Li Amûdê têkildarî rola jinan di civakê de semîner

Jinên ji bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê di semînera bi boneya Roja Jinan a Cîhanê de girîngî da hewldanên ji bo misogeriya mafên jinan û xurtkirina rola wan di civakê de.

Li Amûdê têkildarî rola jinan di civakê de semîner
Li Amûdê têkildarî rola jinan di civakê de semîner
Li Amûdê têkildarî rola jinan di civakê de semîner
Li Amûdê têkildarî rola jinan di civakê de semîner
Li Amûdê têkildarî rola jinan di civakê de semîner
2 adar, 2025   17:36
QAMIŞLO

Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê (8’ê Adarê) rêxistina Kongra Star a bajarê Amûdê semînerek li Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) da. Di semînerê de jinên bajêr, endamên saziyên civaka sivîl, koçberên ji kantona Efrîn û Şehbayê beşdar bûn.

Di semînerê de endama Kongra Star Mura Zoro li ser dîroka têkoşîna jinên cîhanê û xwecihî axivî û got: "8’ê Adarê ji bo têkoşîna li dijî rejîmên hewl didin jinan qir bikin hat îlankirin. Jina têkoşer a Kurd, mîna şehîd Bêrîtan, Zîlan, Viyan, Alteriya û Rojîn Ereb pêşnegtiya şoreşa 8’ê Adarê kir. Van jinan li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan agir berda bedena xwe."

Mura got Rêber Abdullah Oclan parastina mafên jinan di civakê de kir.

Piştî wî, beşdaran li ser rola jina Kurd, têkoşîn û vîna wê ya xurt di salên borî de axivî û got pêwîstî bi zêdekirina hewldanên misogerkirina mafên jinan û xurtkirina rola wan di civakê de, heye.

Semîner bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

(fr)

ANHA