Jinên ji Reqayê "bihêzkirina siyasî ya jinan" nîqaş kir

Komîteya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Jinan a PYD’ê bi sernavê "Bihêzkirina siyasî ya jinan" li hola Pirtûkxaneya Wetenî ya Reqayê li dar xist.

Jinên ji Reqayê "bihêzkirina siyasî ya jinan" nîqaş kir
Jinên ji Reqayê "bihêzkirina siyasî ya jinan" nîqaş kir
Jinên ji Reqayê "bihêzkirina siyasî ya jinan" nîqaş kir
Jinên ji Reqayê "bihêzkirina siyasî ya jinan" nîqaş kir
17 gulan, 2025   19:11
REQA

Di panelê de jinên çalakger, rewşenbîr û nûnerên Rêxistinên Civaka Sivîl amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, mijara yekemîn a panelê ji hêla rêvebera Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Menal Mihemed ve hat xwendin. Di mijarê de rewşa jinan a beriya şoreşê di aliyê kişandina êşan û çawa rastî zulm, bindestî û paşguhkirinê hatine, hat nirxandin.

Mijara duyemîn jî ji hêla rêvebera Komîteya Têkiliyan a Meclisa Jinan Asya Xerbî ve hat xwendin. Mijara duyemîn bi sernavê "Destkeftiyên jinan di Şoreşa Rojava de" bû û di mijarê de bal li ser destkeftiyên jinan di gelek aliyan de ku bi saya fikir û felsefeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan pêk hatin, hat kişandin.

Her wiha di mijarê de hat teqezkirin ku divê pergalên qanûnî ku nûnertiya adilane û wekhev a jinan bikin werin avakirin.

Di panelê de li ser girîngiya beşdariya jinan di jiyana siyasî û cihê biryardanê de hat nîqaşkirin, li kêlek wê jî astengiyên li pêşberî jinan tên çi di aliyê xwecihî yan jî herêmî de hat gotûbêjkirin. Her wiha di nîqaşan de bal kişand ser tecrûbeyên jinan di cihên pêşengiyê de û rola ku dikare partiyên siyasî ji bo piştgiriya beşdarbûna jinan di saziyên siyasî de bilîzin.

Jinan diyar kir ku bihêzkirina jinan ji têkoşîna civakî ya giştî ya ji bo demokrasî û edaleta civakî ne qut e û divê pergalên qanûnî ku nûnertiya adilane û wekhev a jinan bikin werin avakirin.

Ev panel, di çarçoveya hewlên berdewam ên Meclisa Jinan a PYD’ê de, ji bo xurtkirina zanabûna siyasî li gel jinan û aktîvkirina beşdariya wan di tevahî xebatên siyasî û dîplomasî de pêk tê.

(fr)