Di Konferansa Çareseriya Du Dewletan de ‘Deklarasyona New Yorkê’ hat pejirandin

Di Konferansa Çareseriya Du Dewletan de ku li New Yorkê pêk hatibû, bang li Îsraîlê hat kirin ku “dagirkirinê” rawestîne. Di koferansê de deklarasyoneke navneteweyî ya ji hêla 142 welatan ve tê piştgirîkirin, hate pejirandin.

Di Konferansa Çareseriya Du Dewletan de ‘Deklarasyona New Yorkê’ hat pejirandin
23 îlon, 2025   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (22 Îlon 2025) ‘Konferansa Çareseriya Du Dewletan’ li avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê pêk hat. Konferans ji aliyê Erebistana Siûdî û Fransayê ve hat birêvebirin. Di konferansê de bang li Îsraîlê hat kirin ku ji derfeta aştiyê sûdê wergire û pabendbûna xwe ya zelal bi çareseriya du dewletan ragihîne. 

Di encamnameya konferansê de ‘Deklarasyona New Yorkê’ ya ji aliyê 142 welatan ve hatibû piştgirîkirin, hat pejirandin. Deklarasyon wek "rêyeke bêveger a ber bi avakirina dewleteke Filistînê ya serbixwe û domdar ve ku bi Îsraîlê re di aştî û ewlehiyê de bijî" hat pênasekirin.

Di encamnameyê de hate gotin her planeke îlhaqkirinê ji bo civata navneteweyî xeta sor be. Li ser peymanên heyî û yên siberojê yên encamên îlhaqkirinê hişyarî hate dayîn.

Di encamnameyê de her wiha banga lezgîn a rawestandina şerê li Xezayê, mîsogeriya gihandina bêastengî ya alîkariyên mirovî bo Xezayê, serbestberdana girtiyan û vekişandina hêzên Îsraîlê ji Xezayê hat kirin.

Di encamnameyê de girîngiya yekparbûna Xeza û Şerîaya Rojava di bin sîwana desthilata Filistînê de hat destnîşankirin. Di hema demê de girîngiya piştgirîkirina reform û gavên wê yên ber bi lidarxistina hilbijartinên giştî di nav salekê de piştî agirbestê hat vegotin.

Di kongreyê de naskirina dewleta Filistînê ya ji aliyê Fransa, Brîtanya, Kanada, Luksemburg û Maltayê ve hat pêşwazîkirin. Bang li welatên din jî kir ku Filistînê nas bikin.

Ji bo piştgiriya desthilata Filistînê di aliyê madî de jî avakirina hevbendiyeke awarte hat ragihandin. Bang li Îsraîlê hat kirin ku tavilê fonên pabendbûnê yên Filistînê yên desteserkirî, vegerîne.

Di dawiya encamnameyê de hate gotin: "Bidawîkirina dagirkeriyê û pêkanîna aştiyeke dadmend û mayînde li ser bingeha biryarên NY û Însiyatîfa Aştiyê ya Ereban rêya yekane ya pêkanîna entegrasyona herêmî ya berfireh e." Ji bo aştiyeke giştî û mayînde li herêmê pêk were jî banga xurtkirina ewlehiya kollektîf li Rojhilata Navîn û ji nû ve destpêkirina diyalogên Sûriye-Îsraîl û Lubnan-Îsraîlê hat kirin.

(bb)