Jinên ji Helebê: Ji bo doza rizgariyê em pabendî fikrên Rêber Apo ne

Jinên ji bajarê Helebê diyar kir ku ji bo doza rizgariyê ew pabendî fikrên Rêber Abdullah Ocalan in û diyar kir ku ev fikir hîma bingeh a xwerêxistinkirinê, pêşxistina kesayetê û hewldana ber bi azadî û dîtina rastiyê ve, ne.

Jinên ji Helebê: Ji bo doza rizgariyê em pabendî fikrên Rêber Apo ne
1 tîrmeh, 2025   05:06
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Jinên ji bajarê Helebê spasiyên xwe ji bo peyamên fikrî yên Rêber Abdullah Ocalan, a ku herî dawî ji bo jineolojiyê daye, pêşkêş kirin. Di peyamê de banga bihêzkirina jinan û vegerandina nasnameya wê ya dîrokî û cihê wê ya civakî tê kirin.

Girêdayî wê, Hîdayetullah Silêman Dawûd diyar kir ku jinan di fikrên Rêber Abdullah Ocalan de rêbaza jiyanê û mifteya rizgariya ji qeydên ku pergalên desthilat li ser ferz kirine, dît û got: "Fikrên Rêbertî rola jinan a xwezayî vedigerîne û di xwerizgarkirina jinan ji çanda paşguhkirinê de dibe alîkar."

Li aliyekî din jî Hîbe Mihemed got: "Rêbertî fikrek berfireh a rizgariyê pêşkêş kir, bo nimûne jineolojî ya ku girîngiyê dide nasname û dîroka jinan û hewl dide mafên wan vegerîne. Jin xwedî enerjiyeke mezin a dayîn û aştiyê ne. Di sebir û îradeyê de jin dibistan in û dikarin guhartinê pêk bînin."

Hîbe Mihemed destnîşan kir ku heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk tê, divê jin fikrên wî bişopînin, bi awayekî kûr nas bikin  û li hember astengiyan gav bi paş de neavêjin.

Leyla Brîmko jî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan gotibû ku azadiya civakê ji azadiya jinan dest pê dike û bi felsefeya xwe kesayetiya jinan ava kir û ew bi dîrok û nasnameya wê ya resen ve girê da.

Leyle Brîmko girîngî da xwendina fikrên Rêber Abdullah Ocalan û xwerêxistinkirina li gorî nirxên wî û got: "Bi rêya felsefeya Rêbertî em dikarin civaka azad ava bikin û aştiyê pêk bînin. Em dikarin xwe di hemû qadan de îsbat bikin. Rêbertî jî bi vê yekê bawer e."

(mh/fr)

ANHA