Xelkê Reqayê daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo re kir

Xelkê kantona Reqayê destnîşan kir ku hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ji bo hemû gelên azadîxwaz û demokratîkxwaz girîng e û got "Hebûna Rêbertî di nav me de, wê gelek pirsgirêkên li herêmê çareser bike."

Xelkê Reqayê daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo re kir
Xelkê Reqayê daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo re kir
Xelkê Reqayê daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo re kir
Xelkê Reqayê daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo re kir
1 tîrmeh, 2025   02:35
REQA

Destpêka Hezîranê, Foruma Azadî û Aştî ya Ewropayê bi navê ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’ kampanyayek da destpêkirin. Ev kampanya bi armanca şikandina tecrîda bi salan a li ser Rêber Apo û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî hat destpêkirin.

Girêdayî wê, şêniyên kantona Reqayê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza her welatiyek azadîxwaz e, ji ber ku Rêber Apo mifteya çareseriya pirsgirêkên herêmê ye.

Zehra El Hesen a ji kantona Reqayê got: "Em dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Kampanyaya ku hatiye lidarxistin jî ji bo tevahî şêniyên herêmê pir girîng e. Tenê Rêbertî dikare aştiyê pêk bîne û pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike."

Zehra El Hesen destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan di rizgariya jinan û avakirina sîstema demokratîk de xwedî rola sereke ye û got: "Em banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêbertî dikin. Ew Rêberê me ye û bêyî wî jiyan nabe."

Ehmed El Xelef El Osman jî yê ji Reqayê got: "Daxwaza me bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û di demeke nêz de ew were berdan. Rêbertî bi rêya pêşniyarên xwe dikare pirsgirêkên civakî bi dawî bike."

El Osman bang li rêxistinên navneteweyî û Yekitiya Ewropayê kir ku li gorî peyman û lêvegerên di navbera dewletan hatine îmzekirin de azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

El Osman girîngî da yekbûna gelan û pêkhateyan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

El Osman anî ziman ku dewleta Tirk îdia dike ku ew dewleteke Îslamî ye, lê belê ji ber kiryar û sûcên dike tu eleqeya wê bi îslamê ve tune ye.

Her wiha, Ednan El Icêlî jî bang kir ku diruşmeyan bikin bernameyên xebata berbiçav û piratîkî û di vê yekê de xwe bispêrin gotina Rêber Abdullah Ocalan "Ez her roj di hundirê xwe de şoreşekê dikim".

El Icêlî di dawiya axaftina xwe de got: "Ev daxwaz li ser bingeha mîrateya fikrî ya Rêber Abdullah Ocalan e, ku nirxên civaka demokratîk û piralî û xurtkirina jinan diparêze û têkoşîna ji bo wê, dike têkoşîna mirovahiyê."

(mh/fr)

ANHA