Jinên ji Çilaxayê: Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye

Jinên ji gundewarê Çilaxayê gotin Rêber Abdullah Ocalan ji bo wan hebûn û jiyan e. Jinan banga bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî û bi wî re hevdîtinê bikin kir.

Jinên ji Çilaxayê: Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye
29 tebax, 2025   05:50
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojane daxwaza hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re û bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî dikin. Jinên bajarokê Abra yê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê piştgiriya kampanya navneteweyî “Ez dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” kir. 

Jina bi navê Selamet Remo got: “Bi saya Rêber Abdullah Ocalan me jinan, rola xwe ya bingehîn di nava civakê de vegerand. Me destkeftî bi dest xist. Mafên xwe bi rêya helwestên xwe û rola xwe ya di pêşengiya civakê de xurtir kir.”

Selamet wiha domand: “Rêber Abdullah Ocalan ji bo me, dengê heq û vîna azad e. Em dixwazin bi wî re hevdîtinê bikin, ji ber ku pêwîstiya me bi hebûna wî û perspektîfên wî heye. Ev perspektîfên ku rêya azafiya rastîn ji me re xêz dike.”

Jina bi navê Axîn Elî jî got: “Rêber Abdullah Ocalan, hebûn û jiyana me ya azad e. Bi saya wî me ronahî dît. Hebûna me bi hebûna wî ve girêdayî ye.”

Axîn got jin piştgiriya tevahî hewldanan dikin ji bo ku hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin û azadiya wî bi dest bixin. Axîn soz da ku têkoşînê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, bidomînin.

Jina bi navê Fadye Ehmed jî destnîşan kir ku rêgeza Rêber Abdullah Ocalan li ser azadiyê, demokrasiyê û edaletê ye ku ew jî rêya yekane ya jiyana bi rûmet û azad e û ev li gotinên xwe zêde kir: “Azadiya wî azadiya me ye. Beyî wî di nav me de armancên me temam nabin.”

Fadye di dawiyê de got: “Em fedayî rêya Rêber Abdullah Ocalan in. Heta azadiya wî ya fîzîkî bidest bixin, têkoşîna me dê bidome. Em li ser bingeha ku hebûna me bi hebûna wî ve, azadiya me bi azadiya wî ve girêdayî ye, piştgiriya kampnaya `ez dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin` dikin.”

(şx)

ANHA