Bafil Talebanî: Pêngava aştiyê gelek girîng e û gereke em hewldanên xwe zêdetir bikin

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî li gel şandeya DEM Partiyê ya bi serokatiya Tuncer Bakirhan kom bû. Talebanî di civînê de qala girîngiya pêngava aştiyê kir û got: “Emê hewldanên xwe yên ji bo aştiyê zêdetir bikin.”

Bafil Talebanî: Pêngava aştiyê gelek girîng e û gereke em hewldanên xwe zêdetir bikin
28 tebax, 2025   22:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Bafil Talebanî li Navenda Mekteba Siyasî ya li Silêmaniyê pêşwazî li Şandeya Bilind a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kir.

Şandeya DEM Partî ji Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan, Çîdem Kiliçgun Ucar, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk Cengîz Candar û Parlementerê DEM Partiyê Bedran Ozturk pêk tên.

Li gorî Nivîsîngeha Ragihandinê ya YNK’ê di civînê de bal kişandiye ser têkiliyên herdu aliyan.

Dîsa Bafil Talebanî qala girîngiya pêngava aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye kiriye û got: “Em girêdayî pîvanên Mam Celalin ya ji bo pêşvebirina xwişk-biratî û emê hewldanên xwe yên ji bo serketina vê pêngavê zêdetir bikin. Ji ber ku ev dikeve xizmeta temamê gelên herêmê.”

Dîsa yek ji rojevên din ya vekirina Balafirxaneya Silêmanî bû. Şandeya DEM Partî daxwazî û niyazên xwe pêşkêş kir ku di demek nêzîk de qedexeya li ser Balafirxaneya Silêmanî bê rakirin.