Jinên Êzidî bi rêya pêşangeha “Arşîva Civaka Êzidî” çanda xwe belge dikin

Beşdarvanên jin yên pêşangeha “Arşîva Civaka Êzidî” destnîşan kirin ku pêşangeh bal dikşîne ser jiyana rojane ya Êzidiyan û hûrgiliyên kevneşopiya wan  belge dike.

13 tebax, 2026   11:27
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Duh (12 Tebax) Rêxistina Hawar help li Qehwexaneya El Bal, bi navê `Arşîva Civaka Êzidî` pêşangeha wêneyan hate vekir. Di pêşangehê de 50 wêneyên têkildarî çanda Êzidî hatin pêşandan. 

Di pêşangehê de wêneyên kesayetên jin ên Êzidî ku cil û bergên Êzidî li wan e hatin pêşandan, wêneyên dayîkên Êzidî yên ku kevneşopiyê bi xebatên xwe diparêzin jî beşek ji tabloyên ku hatibûn pêşandan bûn.

Xwendekarên jin ên beşa ragihandinê li Zanîngeha Rojava yên ku beşdarî pêşangehê bibûn ji ANHA`yê re behsa tecrubeya xwe ya nîşandana rasteqîn û çanda civaka Êzidî bi rêya wênekêşiyê de kir.

Emel Arifo jineke ciwan a Êzidî ya ji Efrînê ye got: “Ez bi hejmarek ji wêneyan beşdar bûme, ji wan jî wêneyê mêreke Êzidî ji Şengalê ye, ew ji salên 1980`î koçber e heta niha, îro roj li gundê Til Xatûn ê Rojava dimîne, min xwest bi rêya sîmaya rûyê wî zehmetiyên koçberiyê derxînim, min ev wêne li pîrozgeha Êzidiyan a li gundê me Qîbar a li bajarê Efrînê jî pêşan da.”

Emel da zanîn ku ev pêşangeh ji bo ku wêne ji bidevkî veguhere tiştekî ji bo lênerînê û di erşîfan de bimîne, roleke girîng dilîze.

Emel Arifo got: “Ez jî niha koçber im, lê min xebatê xwe bi navê Êzidan domand, projeyeke min a nivîsandinê ya girêdayî Êzidiyan, çanda wan û komkujiyên li Şengalê heye.”

Emel axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ji bo ku em neyên jibîrkirin û tişta rast were gotin, ez erşîfeke elektronîk li ser malpera xwe ya kesayetî çê dikim, ez ji bo jinên ciwan ên Êzidî vê yekê dibêjim `xwe radest neke û dest ji xewnên xwe bernede, pê re jî çanda xwe biparêze`.”

BÎRANÎN DI WÊNEYEKÊ DE PARASTÎ YE

Gulbarîn Silo ya ji bajarê Tirbespiyê jî got: “Ez bi gelek wêneyan beşdar bûm, yek ji wan jî wêneyê dara miradan a li qibika Felkê ya li gundê Awtlceh ya li Tirbespiyê beşdar bûm. Wêneyeke din jî heye ya dayîka Cazya ku her carê ji bo ku gora hevjînê xwe ya li pîrozgehê serdan bike ji Ewropayê tê Rojava.”

Gulbarîn got: “Beriya vekirina pêşangehê bi mehan, me perwerdeya wênekêşiyê dît.”

Di dawiya axaftina xwe de Gulbarîn Silo ev yek anî ziman: “Mîna van pêşangehan dihêle ku çand, nasnameya gelan û bi taybet gelê ku rastî kiryar û komkujiyan tên bê parastin, armanca me ya sereke jî parastina çandê û gihandina wê ya ji bo cîhanê ye.”

(sb)

ANHA