32 welatan li dijî Îranê helwesta hevpar ragihand

32 welatan bang li rejîma Îranê kir ku darvekirinan rawestîne û daxwaza serbestberdana girtiyan kir.

32 welatan li dijî Îranê helwesta hevpar ragihand
13 tebax, 2026   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî Fransa, Îngilistan, Kanada, Almanya, Îtalya û çend welatên Yekitiya Ewropayê, 32 welatan bi daxuyaniyeke hevpar zêdebûna cezayê darvekirinê ya li Îranê yê li hember xwepêşandêran şermezar kir.

Welatan diyar kir ku rêveberiya Îranê ji bo bêdengkirina muxalîfan, tepisandina civakan û cezakirina kesên ku mafên xwe yên bingehîn bi kar anîne, cezayê darvekirinê bi kar tîne û ji Îranê xwest tavilê vê yekê bi dawî bike.

Di daxuyaniya hevpar de bang li Îranê hate kirin ku hemû kesên bi kêfî hatine girtin bêne berdan û guh bide dengê gel ê ku daxwaza guherînê dike.

Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot anî ziman ku li gel ku 7 meh di ser destpêkirina xwepêşandanên li Îranê re derbas bûne jî darvekirin dewam dikin û got: "Ev yek nayê qebûlkirin û divê dawî li vê zexta li dijî mirovahiyê bê anîn."

Wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî rexneyên welatên rojavayî rexne kir û bi piştgiriya ji bo êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê û şerê li Xezayê, welatên rojavayî sûcdar kirin.

Li gorî daneyên saziyên mafên mirovan Îran piştî Çînê yek ji wan welatan e ku cezayê darvekirinê lê zêde ye. Li gorî daneyên Iran Human Rights û ECPM'ê, li Îranê di sala 2025'an de herî kêm hezar û 639 kes hatin darvekirin.