Dayika her tiştek wê hat desteserkirin bi sahlebê debara xwe dike

Leyla Mihemed xwedî dikan û xwaringeh bû, lê dagirkeran her tiştekî wê desteser kir û berê wê da koçberiyê. Niha bi çêkirina sahlebê debara malbata xwe dike.

Dayika her tiştek wê hat desteserkirin bi sahlebê debara xwe dike
Dayika her tiştek wê hat desteserkirin bi sahlebê debara xwe dike
Dayika her tiştek wê hat desteserkirin bi sahlebê debara xwe dike
26 ÇILE, 2024   04:34
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO

Dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kir, bi sedhezaran welatî neçar man koçber bibin. Mal û milkê wan jî, ket bin destê dagirkeran.

Koçberên ku piraniya wan li Şehbayê bicîh bûne, li aliyekê bi baweriya vegera ser war3e xwe, têkoşînê didomînin, li aliyê din ji bo debara jiyanê xebatê dikin.

Yek ji van koçberan jî Leyla Mihemed a 35 salî ye. Beriya dagirkerinê li navenda Efrînê xwaringeh û dikana Leyla hebû. Lê piştî dagirker bajar dagir kir, li gel malbata xwe koçî Şehabê kiriye û li Kampa Berxwedan bicîh bûye. Lewma ew jî wekî bi hezaran koçberan zehmetiyên jiyanê dikişine.

Çar zarokên Leyla hene û ji bilî wê di malbatê de tu kesek din kar nake. Leyla hewl dide pîşeya xwe ya bi derfetên teng bimeşîne û debara malbatê bike.

Leyla di çadira xwe ya koçberiyê de Sahlebê çêdike û li ser bîdonê ku daniye pêşiya çadirê difioşe. Bi vî rengî pêdiviyên jiyanî yên rojane pêşwazî dike.

Li gorî gotinên Leylayê ji ber dorpêç û bê derfetiyê ew di peydakirina tiştên çêkirina sahlebê de zehmetiyan dikişîne, lê tevî zehmetiyan jî kare xwe didomîne. 

Leyle destnîşan kir ku tenê hêviyeke wê heye, ew jî vegera li Efrînê ye.

ANHA