Soz da, xwedî li soza xwe derketin û rêxistina herî terorîst têk birin

Evîna wan a azadiyê hişt ew dev ji bajarên xwe berdin û berê xwe bidin Kobanê û parastina wê li hember çeteyên DAIŞ'ê bikin. Wan ji tevahiya cîhanê re piştrast kir ku fîtneyên dewleta Tirk a dagirker bê encam in û xwîna Sûriyeyî yek e û îrade ji çekên herî nûjen bihêztir e.

Soz da, xwedî li soza xwe derketin û rêxistina herî terorîst têk birin
Soz da, xwedî li soza xwe derketin û rêxistina herî terorîst têk birin
Soz da, xwedî li soza xwe derketin û rêxistina herî terorîst têk birin
26 ÇILE, 2024   03:38
KOBANÊ

Piştî gelek salan ji serkeftina Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê di 26'ê Çileya 2015'an de, hîn jî gelek çîrokên veşartî yên şênî û şervanên wê hene û hîn nehatine vegotin, çîrokên ku bi xwîna şehîd û têkoşeran hatine nivîsandin.

Bi hezaran ji gelê Kurdistanê û Sûriyeyê Kobanê parast, ji wan hin şehîd bûn û hin jî heta niha di eniyên şer de ne. Nûçegihanên ajansa me wê demê nêrînin şervanan li ser rewşa şer girtibûn.

ˊKETIN BAJARÊ KOBANÊ JI BO TÊKBIRINA DORPÊÇÊˊ

Şervanê Hêzên Şems El Şemal Mûsa El Ehmed ku di dema êrişa li dijî Kobanê de 20 salî bû û di parastina bajêr de cih digirt, heta niha li eniyên kantona Minbicê cih girtiye ku wî di dema şerê Kobanê de dev ji bajarê xwe Heleb berda û berê xwe Kobanê da ku ji tevahiya cîhanê re piştrast bike ku fîtneyên dewleta Tirk a dagirker bê encam in û xwîna Sûriyeyî yek e.

Mûsa tev Hêzên Şems El Şemal û fermandar Ebû Leyla derbasî Kobanê bûn û destek da Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ).

Mûsa di hevpeyivîna ku 26'ê Çileya 2015'an pê re hatibû kirin de wiha gotibû: "Em 2 kom derbas bûn da ku em dorpêçê bişikînin û zexta li ser şervanên bajêr kêm bikin. Koma yekem ji rojava û ya duyem ji rojhilatê Kobanê de tev çek û cebilxaneyê derbas bûn. Çeteyan kemîn amade kiribûn û mayîn çandibûn da ku kes nikaribe derbasî bajêr bibe, lê bi saya îradeya me ya xurt em derbasî bajêr bûn û me li kêlek YPG û YPJ'ê şer kir."

Mûsa wiha domandibû: "Ji kêliyên destpêkê ve me dest bi şerê kolanan kir û me êrişî nuqteyên çeteyan kir, me ew têk birin û alên xwe li wan nuqteyan bilind kirin, her wiha me dest danîn ser çek û amûrên wan. Gelek hevrêyên me şehîd bûn, ji ber ku pêdiviyên bijîşkî nedihatin peydakirin. Şerê Kobanê şerê herî giran û dijwar ê di jiyana min de ye. Şerê li Helebê yê di destpêka şoreşê de li dijî çeteyan li hember şerê Kobanê ne tişt e. Şerekî pir giran bû ku mirov nikare wesfa wî bide, lê em bi ser ketin; çete di şerê kolanan de ne pispor bûn, ev jî sedemeke sereke ya serkeftinê û têkbirina çeteyan bû."

ˊBAWERIYA ME YA SERKEFTINÊ HIŞT EM LI BER XWE BIDINˊ

Mûsa destnîşan kiribû ku hin caran ji ber kêmbûna cebilxaneyê û çekên giran ên çeteyan ew neçar dibûn ku vekişin û gotibû: "Lê baweriya me ya serkeftinê hişt em li ber xwe bidin, ev xaka me ye û em nahêlin kes wê dagir bike. Gelek hevrêyên min şehîd bûn, şehadeta wan hêz da me."

Mûsa El Ehmed heta niha jî di nav Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê de li eniyên rojava û bakurê Minbicê de cih digire û êrişên dewleta Tirk a dagirker tev hevalên xwe yên şervan têk dibe.

ˊLI BER XWE DA, ŞER KIR, SOZ DA, SOZA XWE PÊK ANÎ Û GIHÎŞT ASTA ŞEHADETÊˊ

Di hevpeyivînek din de nûçegihana me, di 17'ê Çileya 2015'an de bi şervanê eniya rojhilat Cûdî Şevîn (21) re çêkiriye ku ji Efrînê re hatibû da ku parastina Kobanê, piştî hevpeyivînê bi çend rojan li gundê Bexdik ê Kobanê di dema têkbirina hewldana derbasbûna çeteyan de şehîd bû.

Cûdî di hevpeyivînê de wiha gotibû: "Berî ku ez bêm Kobanê min li ser nûçeyan berxwedana şervanan didît, wê demê êriş li dijî Efrînê tune bûn. Dema ku ez derbasî Kobanê bûm gelek hevrêyên min şehîd bûn û vê jî şopeke mezin di bîra min de hişt, îradeya min hişt ez tola wan hilînim û rêya wan bidomînim."

Şevîn wiha domandibû: "Dema ez derbasî Kobanê bûm min dît ku yên em şerê wan dikin ne mirov in, wan tirs di dilên tevan de çand û bi rêya medyaya dîjîtal îdeolojiya xwe ya tarî belav kir. Me bi berxwedana xwe ya xurt ew têk birin û her şervanekî/ê me bi artêşeke wan giştî dike, ew mirovên terosît in û ola Îslamê ji bo pêkanîna armancên xwe bi kar tînin."

Şevîn destnîşan kiribû ku hemwextî daxuyaniyên berpirsên Tirk ku qaşo têkilliya wan bi çeteyên DAIŞ'ê tune ye, leşkerên Tirk bi çeteyan re li ser sînor diciviyan û wiha pê de çûbû: "Lê serkeftin a me ye, dema şerê Kobanê bi dawî bibe û çete bên têkbirin ez ê berê xwe bidim her deverê ku tê de Kurd di bin zilmê de ne, em ê dengê xwe li hember dagirkeran bikin yek û wan ji xaka me derxin."

Şehîd Cûdî xwedî ruhekî geş bû û her tim moral dida hevrêyên xwe, wî bi rêya tembûra ku lêdida îradeyeke manewî dida hevrêyên xwe. Wî bi lehengî şer kir û piştî rizgarkirina Kobanê bi çend rojan şehîd bû.

(mh)

ANHA