Jinên çalakvan: Divê mafên qanûnî û destûrî yên jinan werin dayîn

Jinên çalakvan û hiqûqnas bal kişand ser girîngiya nirxandina qanûnên kevn û yên heyî û diyar kir ku divê di vê qonaxa veguhêz de jin ji bo misogerkirina mafê jinan û dayîna mafên wan di destûra Sûriyeyê ya nû de, têkoşînê xurt bikin.

Jinên çalakvan: Divê mafên qanûnî û destûrî yên jinan werin dayîn
7 tebax, 2026   02:35
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

4‘ê Tebaxê Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi dirûşma “Jin stûna aştiyê, misogeriya mafên civakê û avakera şaristaniyê ne”, foruma "Jina sûriyeyî û avakirina pêşerojê" li bajarê Qamişlo li dar xist. Di forumê de pirsgirkên siyasî, civakî û aborî yên jinan hatin nirxandin û girîngiya mîsogerkirina mafên wan û beşdariya wan a çalak di navendên biryardanê de hatin destnîşankirin.

Beşdarên forumê der barê mijarê de ji ajansa me re axivîn.

‘ROJAVA JI BO JINÊN LI SÛRIYEYÊ NIMÛNEYEK E’

Hevseroka Meclisa Ol û Baweriyan a Rojava Welîda Botî anî ziman ku jinên li Rojava li dijî zilm û tundiyê, paşguhkirina jinan û rola wan di civakê de, bi hebûn û rola xwe ya pêşeng têkoşîn kir.

Welîda Botî got: “Jinan bi israr têkoşîn kir, destkeftî bidest xistin û ew destkeftî îro bûne nimûne ji bo pêşxistina jinan û rola wan  li ser asta Sûriyeyê jî bûye rastiyek.”

Welîda Botî destnîşan kir ku divê xebatên ku tên kirin di çend qadan de sînordar neyê hiştin, lê divê mafên jinan di destûra Sûriyeyê de bên parastin, divê qanûnên parastina jinan û mafên wan di dayîna biryaran de werin danîn.

‘GAVA YEKEMÎN BEŞDARIYA JINAN DI NIVÎSANDINA DESTÛRÊ DE YE’

Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Xanim Eyo jî got: “Heta ji dest me tê, em ji bo ku destkeftiyên jinan, bi taybet jinên Kurd parastî bimînin û di destûrê de bi cih bibin têkoşîn dikin.”

Xanim Eyo wiha li axaftina xwe zêde kir: “Biryara 1325‘an bi awayeke zelal mafê jinan diyar kiriye. Em jî di çalakiyên xwe yên rojane de vê yekê nîqaş dikin û destnîşan dikin ku dê heta kîjan astê qanûnên kevin û yên heyî bi rola xwe ya rastî rabin û jinan biparêze.

Xanimê destnîşan kir ku ji jin karibin mafên xwe bi dest bixin, divê gava yekemîn ew be ku beşdarî xebatên nivîsandina destûrê bibin. Di vê qonaxa veguhêz de divê jin têkoşîna xwe bilind bikin û vê derfetê ji dest xwe nebin.”

Endama Yekitiya Jinên Suryan Lînda Lîfon jî bal kişand ser berxwendana jinan di dîrokê de û bi bîr xist ku bi hezarên salan jin stûnên avakirina civakan bû, empratorî û qiraltî bi rêve dibirin, ev yek di kesayeta Zenûbya û Îştar de diyar dibe.

Lînda Lîfon da zanîn ku di dema Rêveberiya Xweser de jinan hebûn û rola xwe di qadên leşkerî û siyasî de isbat kir, di qadên cuda de û di rêveberî û pêşengtiyê de bû hevkareke aktîv.

Lînda Lîfon di dawiya axaftina xwe de da got: "Divê beşdariya jinan di hemû qonax û desteyan de bê misogerkirin, divê destûreke bê nivîsandin ku perensîbên wekheviyê û dayîna mafeke wekhev ji bo hemûyan mîsoger bike."

(sb)

ANHA