Komîteya Ekolojiyê 2 cureyên gubreya xwezayî hilberandin

Komîteya Ekolojiyê ya Kobanê 2 projeyên hilberandina gubreya xwezayî pêk anîn û destpêka biharê dê li cotkaran belav bike.

7 tebax, 2026   06:59
KOBANÊ
DICLE EHMED

Komîteya Ekolojiyê ya Kobanê di encama lêkolînan de cureyên gubreyê yên xwezayî hilberandin. 

Yek ji wan gubreya ‘torb’ e. Ev gubre demsala payîzê ji bermahiyên giha û pelên daran çêkirine. Sûdê li axê dike û piştî avdanê ax zû bi zû ziwa nabe. Komîteyê ev gubre li şitilgehan tecrube kiriye û destpêka biharê dê li cotkaran belav bike.

Cureya dîtir jî gubreya ‘fêrmî kambust’ e. Ev gubre ji kurman çêdibe. Komîteya Ekolojiyê cureyên taybet ên kurman bi bermahiyên malan û çandiniyê xwedî kirin. Piştre ev kurm gubreyeke xwezayî hildiberînin û ji bo şitilgeh, sebze û daran tê bikaranîn.

Endezyara çandiniyê Nesrîn Kero ya ku projeyên gubreyê bi rê ve dibe, got: "Em bermahiyên malan û çandiniyê vediguherînin gubreya xwezayî ku têkeve bin xizmeta çandiniyê de. Em niha dixebitin ku her du cureyên gubreyê hilberînin û destpêka biharê li ser cotkaran belav bikin. Heke cotkar gubreya xwezayî bi kar bînin ji gubreya kîmawî baştire û ziyanê nade axê."

Nesrînê anî ziman ku bi rêya van her du projeyan derfet çêdibe ku kar ji gelek karker û welatiyan re peyda bibe.

(np)

ANHA