Cotkarên Tirbespiyê erdên xwe li pey hev diçînin

Cotkarên Tirbespiyê di salê de ji carekê zêdetir û li pey hev erdên xwe diçînin û ji saziyên çandiniyê daxwaz kir ku cotkaran fêrî rê û rêbazên nûjen ên çandiniyê bikin.  

Cotkarên Tirbespiyê erdên xwe li pey hev diçînin
Cotkarên Tirbespiyê erdên xwe li pey hev diçînin
Cotkarên Tirbespiyê erdên xwe li pey hev diçînin
Cotkarên Tirbespiyê erdên xwe li pey hev diçînin
Cotkarên Tirbespiyê erdên xwe li pey hev diçînin
Cotkarên Tirbespiyê erdên xwe li pey hev diçînin
7 tebax, 2026   03:43
QAMIŞlO
RÊNAS REMO

Li herêma Tirbespiyê cotkar di demên dawîn de li pey hev erdên xwe diçinin. Di salekê de ji carekê zêdetir çandiniyê dikin. 

Ji gundê Dirîcîk ê Tirbespiyê cotkarê bi navê Muaz Ezîz got: "Min destpêkê genim çand û piştre kuncî çandin. Heke cotkar bizanin erdên xwe li pey hev biçinin dê gelekî sûdê ji avê û gubreyê wergirin. Ji ber erd berê hatine avdan û gubre lê reşandine. Cotkar dibe baldar nêz bibin, heke jê fêm nekin dê ziyanê bidin erdên xwe. Hinek cureyên sebzeyan wekî fasûlye, fêdeyê didin axê. Bermahiyên fasûlyeyê ji axê re dibin gubreya xwezayî û madeya nîtrojen li axê zêde dike, êdî pêdivî pê namîne cotkar gubreya kîmyewî bi kar bînin.”

Ji bo pêşxistina çandiniya li pey hev Ezîz got: "Dikarin şebekeyên avdaniyê yên nûjen bi kar bînin, bi vî awayî av û enerjî zêde naçe. Cotkar dikarin garis, fasûlye û pembû li pey hev biçinin, hem cotkar hem ax jî sûdê werdigirin. Saziyên çandiniyê dikarin werşe û dewreyên perwerdeyê li ser alavên çandiniyê yên nûjen bi rêxistin bikin û cotkaran fêrî rê û rêbazên nû yên çandiniyê bikin.”

Cotkar beramberî zehmetiyên aborî salê ji carekê zêdetir û li pey hev erdên xwe diçînin û pêdiviyên xwe pêk tînin.

(np)

ANHA