Jineke ciwan ji ber lêdana birûskê jiyana xwe ji dest da

Jineke 18 salî li gundewarê Dirbêsiyê ji ber lêdana birûskê jiyana xwe ji dest da.

Jineke ciwan ji ber lêdana birûskê jiyana xwe ji dest da
4 gulan, 2026   15:24
HESEKÊ

Jina ciwan a bi navê Bedra El Ewad Hemûd a 18 salî duh li gundewarên nêzîkî bajarê Dirbêsiyê ji ber lêdana birûskê jiyana xwe ji dest da.

Jina ciwan rakirin Nexweşxaneya Şehîd Xebat Ferhan a li bajêr, lê berî ku bigihêje nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.