FAO bi 5 milyon dolarî li bakurê rojhilatê Sûriyeyê dest bi piştgiriya xurekê dike

FAOˊyê ragihand ku projeyek awarte ya 5 milyon dolarî ji bo piştgiriya bi hezaran malbatên cotkar û sewalvanên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne.

FAO bi 5 milyon dolarî li bakurê rojhilatê Sûriyeyê dest bi piştgiriya xurekê dike
4 gulan, 2026   16:35
NAVENDA NÛÇEYAN

FAOˊyê îro, (duşem) ragihand ku projeyek awarte ya 5 milyon dolarî ku ji hêla Sendoqa Mirovî ya Sûriyeyê ve tê veberhênankirin, dide destpêkirin. Ew proje bi armanca piştgiriya bi hezaran malbatên cotkar û sewalvanên li bakurê rojhilatê welêt, ligel krîza bêewlehiya xwarinê ya ku her ku diçe xirabtir dibe, ye.

Proje 17,300 malbat (zêdetirî 103,000 kes) li Hesekê, Reqayê û Dêrazorê hedef digire. Proje bi dabînkirina kelûpelên çandiniyê, xwarina ajalan, tov û gubreya organîk beşdarî parastina debara jiyanê û pêşîgirtina li hilweşîna hilberîna çandiniyê li deverên gundewarî yên herî bandordar dibe.

FAO'ê diyar kir ku ev destwerdan bersiveke lezgîn e ji bo rewşa mirovî ya xirabtir. Sedemên wê ev in: ziwabûneke giran (yek ji xirabtirîn ziwabûnên di 40 salî de), lêçûnên hilberînê yên zêde û kêmbûna binesaziya avdanê. Vê rewşê ewlehiya xwarinê veguherandiye krîzeke avahîsaziyê ku gefê li aramiya civakên gundan dixwe.

Nûnerê Wekîl ê FAO'yê li Sûriyeyê Pere Tommaso Peri diyar kir ku armanca projeyê pêşîgirtina li neçarbûna malbatan e. Ew piştgiriyê di wextê xwe de peyda dike da ku malbat neçar nebin ku heywanên xwe bifroşin, erdê xwe berdin an jî bi tevahî girêdayî alîkariya xwarinê bibin.

Dê piştgirî ji bo 12800 malbatên ku sewalan xwedî dikin be û 6400 ton êmê sewaln werin peydakirin û li kêlek wê jî dê 4500 malbatên çandiniyê dikin tov û semadê wergirtin ku hilberîna xurekê biparêzin.

(fr)