Patrîk Mar Ignatius Ephrem serdana Dirbêsiyê kir

Patrîk Mar Ignatius Ephrem ê Duyemîn serdana Dêra Saint Marasia El Hekîm a bajarê Dirbêsiyê kir.

Patrîk Mar Ignatius Ephrem serdana Dirbêsiyê kir
Patrîk Mar Ignatius Ephrem serdana Dirbêsiyê kir
Patrîk Mar Ignatius Ephrem serdana Dirbêsiyê kir
Patrîk Mar Ignatius Ephrem serdana Dirbêsiyê kir
Patrîk Mar Ignatius Ephrem serdana Dirbêsiyê kir
Patrîk Mar Ignatius Ephrem serdana Dirbêsiyê kir
4 gulan, 2026   15:12
HESEKÊ

Patrîkê Antakya û Tevahî Rojhilat û serokê bilind ê Dêra Suryanî ya Ortodoks a Antakyayê Mar Ignatius Ephrem ê Duyemîn serdana Dêra Saint Marasia El Hekîm a bajarê Dirbêsiyê kir.

Patrîk bi merasîmeke girseyî ji aliyê xiristiyanan, nûnerên eşîrên Kurd û Ereb, partiyên siyasî û nûnerên saziyên civakî ve hat pêşwazîkirin.

Patrîk Girîngiya vê serdanê di xurtkirina hezkirin û têkiliyên di navbera pêkhateyên herêmê de vegotin. Her wiha bal kişand ser pêdiviya parastina rihê tevkariyê li hemberî rageşiyan.

Mar Ignatius Ephrem ê Duyemîn vê sibehê serdana bajarê Amûdê jî kiribû.

(bb)

 ANHA