Jinek û pitikê wê birîndar bûn

Li bajarê Hesekê ji ber teqîna papora gazê jinek û pitikê wê birîndar bûn.

Jinek û pitikê wê birîndar bûn
10 hezîran, 2024   13:08
HESEKÊ

Li  taxa Xiwêran a bajarê Hesekê ji ber teqîna papora gazê, jina bi navê Merwa El Nasir û pitikê wê Mihemed El Hisên ê salek birîndar bûn.

Birîndar li Nexweşxaneya Gel a Hesekê hatine veguhestin. Li gorî bijîşkên Başa Şewatê ya nexweşxaneyê,  birîna  pitik giran e ku bi rêjeya ji sedî 70 şewitî ye, lê ya dayika wî sivik e.

(bb)