Gerîla TV dîmenê xistina ANKA'yê weşand 

Gerîla TV dîmenê xistina balafira bêmirov a bombebarkirî ya bi tîpa ANKA ku 6'ê Hezîranê li Asosê hate xistin, weşand.

Gerîla TV dîmenê xistina ANKA'yê weşand 
10 hezîran, 2024   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya HPG'ê de hatibû gotin, "6'ê Hezîrana 2024'an saet di 23:00 de li ezmanê Asosê balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk ji aliyê hêzên me yên gerîla yên li Qendîlê ve hat xistin. SÎHA ya bi tîpa ANKA li nêzî bajarê Dûkanê yê li rojavayê Asosê hate xistin. "