Li Dêrazorê 3 leşkerên Şamê hatin kuştin

Li gundewarê rojavayê Dêrazorê di encama şer de 3 leşkerên hikumeta Şam hatin kuştin.

Li Dêrazorê 3 leşkerên Şamê hatin kuştin
10 hezîran, 2024   13:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li bajarokê Şimêtiyê yê rojavayê Dêrazorê ku di bin serweriya hikumeta Şamê de ye, komeke çekdar êrişî nuqteya ’Fireqeya 4’an’ a hikumeta Şamê kir.

SOHR da zanîn  leşkerên ’Firqeya 4’an’ bersiva  da êrişa koma çekdar ku nehat zanîn girêdayî kê ye û şer derket. Li gorî SOHR, di şer de 3 leşkerên ’Firqeya 4’an’ hatin kuştin û erebeyeke Pick Up şewitî.

(bb)