Jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin

Li bajarê Raî yê li bakurê Helebê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.

Jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin
23 gulan, 2026   15:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li bajarê Raî yê li bakurê Helebê kesekî hevjîna xwe kuşt. Der barê bûyerê de agahiyên zêdetir bi dest neketin.

Li gorî daneyên SOHR'ê ji destpêka îsal ve li seranserî Sûriyeyê 2 hezar û 25 kes hatin qetilkirin.

(bb)