Jinan: YPJ temsîla nasname û îradeya me dike

Beşdarên kampanyaya ji bo piştgiriya YPJ`ê û endamên Hîlala Zêrîn diyar kir ku YPJ nasname û îradeya jinan temsîl dike. Ew ê heta ku mafê xwe di destûrê de bi dest bixin, piştgiriya xwe ji YPJ`ê re bidomînin.

Jinan: YPJ temsîla nasname û îradeya me dike
Jinan: YPJ temsîla nasname û îradeya me dike
30 hezîran, 2026   02:35
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Di çarçoveya çalakiyên ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li bajarê Qamişlo yê Cizîrê çalakiyên çandî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de bal kişandin ser rola YPJ`ê ya ji bo pêşxistina îstiqrarê li Sûriyeyê.

Di 26`ê Nîsana 2026`an de Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Rojava dest bi kampanyaya di bin dirûşma “Em hemû YPJ ne, YPJ hebûna me ye” kir.

Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn di çarçoveya kampanyayê de çalakiyên hunerî û çandî yên cur be cur li bajarên Dêrik, Hesekê, Qamişlo û Kobanê organîze kirin. Der barê vê mijarê de hejmarek ji jinên ku beşdarî kampanyayê bûne û endamên Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn ji ajansa me re axivîn.

Welatiya bi navê Samiya Xelîl got: “Di şoreşê de jinan şêweyê herî mezin ji têkoşînê pêşkêş kir, ji ber vê yekê bi Şoreşa Jin hate naskirin.”, Samiya diyar kir ku YPJ`ê li gelek herêmên li Sûriyeyê têkoşîn kir û li hemberî DAIŞ`ê derket.

Samiyayê ev gotin li axaftina xwe zêde kir: “YPJ temsîla nasname û hebûna me dike, em ê her jê re piştgir bin. Ew beşeke ji felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e.”

Di dawiya axaftina xwe de Samiya Xelîl ev tişt got: “Nenaskirina vê îradeyê ji hêla hikumeta demkî ve, bandor li biryar û helwesta me nayê kirin. Heta ku em mafê xwe di destûrê de bi dest bixin, em ê piştgiriya xwe ji şervanên YPJ`ê bidomînin.”

Welatiya bi navê Perwîn Cemîl jî got: “Hikumeta demkî hîn jî beşdariya jinan bi awayê ku tê xwestin red dike.”

Perwîn diyar kir ku pirsa ku tê kirin ew e tevî rol û berxwedana YPJ`ê ya di şoreşê de, sedema nemisogerkirina mafê wê çi ye û got: “Naskirina îradeya jin gaveke ber bi avakirina siyasî ya hevseng e. Wê ev siyaset karibe ji bo hemû pêkhateyan û beşên civakê bibe piştgir.”

Endama Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn ya ku cihê xwe di Koma Stêra de digire Axîn Mûs jî da zanîn ku kampanya bi armanca piştgiriya şervanên YPJ`ê bi rêya huner û muzîkê hatiye rêxistinkirin. Stranên ku ew dibêjin berxwedan û dilsoziya ku ew şervan ji bo gel û xaka xwe dide nîşan dide.

Endama Rêveberiya Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn li Rojava û Endama Komîteya Amadekar a Çalakiyên ku ji bo piştgiriya YPJ`ê hatin lidarxistin Rûken Mihemed destnîşan kir ku wan biryar da ku bi bernameyên hunerî piştgiriya xwe ji bo YPJ`ê pêşkêş bikin, vê peyama xwe jî bi muzîk, şano û stranên kurdî bidin derdorê.

Rûken Ehmed da zanîn ku şervanên YPJ`ê ji bo wan sembolên nasname û îradeyê ne, YPJ`ê bi vê semboliya xwe li parçeyên Kurdistanê hatine naskirin.

(sb)

ANHA