Di Pêşangeha Zanistî de 2 berhemên balkêş

Ji berhemên ku di Pêşangeha Zanistî ya Rojava de hatin nîşandan; destekî robotîk ku tevgerên destan hîs dike û pergaleke çandiniya jîr ku bi enerjiya rojê dixebite bal kişandin.

Di Pêşangeha Zanistî de 2 berhemên balkêş
Di Pêşangeha Zanistî de 2 berhemên balkêş
Di Pêşangeha Zanistî de 2 berhemên balkêş
Di Pêşangeha Zanistî de 2 berhemên balkêş
Di Pêşangeha Zanistî de 2 berhemên balkêş
Di Pêşangeha Zanistî de 2 berhemên balkêş
Di Pêşangeha Zanistî de 2 berhemên balkêş
Di Pêşangeha Zanistî de 2 berhemên balkêş
30 hezîran, 2026   05:10
QAMIŞLO
MIHEMED NÛRÎ ELO

Bi dirûşmeya "Nûjeniya îro... paşeroja sibe diafirîne" Zanîngeha Rojava ya duh (29 Hezîran) li Qamişloyê Yekemîn Pêşangeha Zanistî vekir. Di pêşangehê de xwendekarên Fakulteyên Zanistên Xwezayê, Teknolojî û Çandiniyê bi projeyên xwe beşdar bûn. Armanc ji vê gavê xurtkirina lêkolîna zanistî û girêdayî zanîna akademkî bi pêkanîna pratîkî re ye.

Di pêşangehê de girseya ji xwendekar, endamên Desteya Perwerdehiyê, eleqedarên zanist û akademkê amade bûn. Di pêşangehê de 10 nûjeniyên weke robot, pergalên jîrê û enerjiya nûjenkirî û çareseriyên teknîkî yên ji bo xizmetkirian mirovan û beşa çandiniyê hatin pêşkêşkirin.

DESTEKÎ ROBOTÎK JI BO ALÎKARİYA KESÊN KU DESTÊN XWE WINDA KIRINE

Di pêşangehê de projeya xwendekara bi navê Lava Yûsif Sîdo bal kişand. Lava ya ku Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê dixwîne bi alîkariya çend hevkarên xwe projeya bi navê "destekî robotîk ku tevgera destan hîs dike" pêşkêş kir.

Lava diyar kir ku projeya wê li gorî çapkirina 3D hatiye sêwirandin û got armanca projeyê ew e ku destekî elektronîkî bi pêş bixe ku bikare tevgera destan hîs bike û di pêşerojê de alîkariya kesên destên xwe winda kirine bibe.

PERGALA ÇANDINIYA BI ENERJIYA ROJÊ YA JÎR

Xwendekar Hisên Hisên jî projeya xwe ya bi navê "Pergala çandiniya bi enerjiya rojê ya jîr" pêşkêş kir. Hisên diyar kir ku ev sîstem ji bo pîvandina şilbûna axê sensoran bi kar tîne. Dema ku asta şilbûnê dadikeve, sensor bi xweber sînyalek anku îşaretekê dişîne da ku pompeyek avê pêxe. Ev sîstem avdana berheman bi awayekî otomatîk û baldar misoger dike.

Hisên destnîşan kir ku ev proje dikare di siberojê de were bipêşxistin û berê li gelek baxçeyên çandiniyê yên herêmê hatiye pêkanîn û ceribandin. Hisên anî ziman ku teknolojiyên wiha xerckirina avê kêm dikin û  kalîteya hilberîna çandiniyê zêde dikin.

Hisên diyar kit ku vekirina vê pêşangehê bi destkeftiyeke girîng pênase kir û da zanîn ku fedakariyên şehîdan û şervanan şert û mercên lidarxistina mîna van çalakiyên zanistî û perwerdeya bi zimanê Kurdî ava kirin. Hisên hêvî kir ku mîna van çalakiyan xwendekaran teşwîqî nûjenî û afirandinê dikin ku berdewam bikin.

(fr)

ANHA