Li Amûdê ’’Zarhunera Havînê’’ bi dawî bû

Li bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê bernameya ’’Zarhunera Havînê’’ bi dawî bû.

11 mijdar, 2025   15:17
QAMIŞLO

Li bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê ’’Zarhunera Havînê’’ bi şahiyekê bi dawî bû.

Şahî ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan ve û bi hevkariya Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) li navenda Çandê ya Hûrî ya li bajarê Amûdê pêk hat. Zarokên şehîdan û şagirtên dibistanan beşdarî şahiyê bûn. Çalakî di heman demê de ji bo bîranîna qurbaniyên şewata sînameya Amûdê hat lidarxistin ku dikeve sala xwe ya 65’an.

Di çalakiyê de koma Şehîd Hogir û Koma Şehîd Bêrîtan staran gotin. Koma Dibistana Şanoyê ya Hêvî Dêrik şanoyek li dar xist.

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) bi armanca bilindkirina asta hunerê ya zarokan (7-14 salî) di 31’ê Gulana îsal bernameyeke hunerî (Şano, wênexêz, mûzîk) ragihandibû. Bername bi navê “Zarhunera Havînê”  û bi diruşmeya “Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin” 1’ê Hezîrên hat destpêkirin.

Bernameya ’’Zarhunera Havînê’’ îro li Amûdê bi dawî bû.

(bb)

ANHA