Xemsariya desthilata Şamê ya têkildarî ezmûnan hate şermezarkirin

Dê û bavên xwendekarên dibistanên navîn û amadeyî li ber avahiya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê xwepêşandanek li dar xist û xemsariya Wezareta Perwerdeyê ya desthilata Şamê ya ji bo hêsankirina pêvajoya ezmûnan şermezar kir.

 Xemsariya desthilata Şamê ya têkildarî ezmûnan hate şermezarkirin
 Xemsariya desthilata Şamê ya têkildarî ezmûnan hate şermezarkirin
 Xemsariya desthilata Şamê ya têkildarî ezmûnan hate şermezarkirin
 Xemsariya desthilata Şamê ya têkildarî ezmûnan hate şermezarkirin
 Xemsariya desthilata Şamê ya têkildarî ezmûnan hate şermezarkirin
 Xemsariya desthilata Şamê ya têkildarî ezmûnan hate şermezarkirin
 Xemsariya desthilata Şamê ya têkildarî ezmûnan hate şermezarkirin
 Xemsariya desthilata Şamê ya têkildarî ezmûnan hate şermezarkirin
 Xemsariya desthilata Şamê ya têkildarî ezmûnan hate şermezarkirin
29 nîsan, 2025   15:39
QAMIŞLO

Îro li bajarê Qamişlo xwendekarên dibistanên navîn û amadeyî tevî malbatên xwe çalakiyek li dar xist. Xwendekaran daxwazên xwe anîn ziman û diyar kir ku perwerde mafekî bingehîn e ku divê bê parastin, ne ku bibe mijara nîqaşên siyasî.

Xwendekar û malbatên wan bang li rayedarên pêwendîdar kir ku tedbîrên lezgîn bigirin ji peydakirina navendên çêkirina ezmûnan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, asankirina gihandina xwendekaran bo wan, da ku pêvajoya ezmûnan bi awayekî dadmend û zelal derbas bibe, li gorî şert û mercên taybet ên herêmê.

Deteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kiribû ku wan bi hevkariya UNICEF’ê hewlên girîng dane da ku derfeta çêkirina ezmûnan ji xwendekarên herêmê re peyda bikin, yên ku rêbazên Wezareta Perwerdeyê ya girêdayî destilata Şamê dixwînin.

Li gorî daxuyaniya Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 27’ê Nîsanê de hat dayîn, di bin çavdêriya UNICEF’ê de belgeyeke hevbeş hat amadekirin û Rêveberiya Xweser amadebûna xwe ya ji bo bicihanîna peymanê ragihand. Lê Wezareta Perwerdeyê ya Şamê ew belge ji bo pejirandinê radestî rayedarên siyasî yên bilind kir. Tevî nêzîkbûna dema azmûnan jî hêj bersiveke fermî nehatiye dayîn.

Desteyê teqez kiribû ku wê hemû hewlên xwe ji bo serkeftina proseya ezmûnan bi dawî anîne, û bang li Wezareta Perwerdeyê û desthilata Şamê kir ku bi lezgîn bersivê bidin xalên peymanê û ji bo parastina siberoja bi hezaran xwendekaran tev bigerin.

(k)