Hêzên dewleta Tirk li ber vegera koçberên Serêkaniyê asteng in

Hêzên Tirkiyeyê yên li Serêkaniyê û gundewarên wê dest daniye ser malên koçberan û ew li ber vegera wan dibin asteng.

Hêzên dewleta Tirk li ber vegera koçberên Serêkaniyê asteng in
20 cotmeh, 2026   02:35
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Koçberên Serêkaniyê piştî 7 salan meha Tebaxê dest bi vegerê kir. Karwanê koçberên Serêkaniyê yê yekem 10`ê Tebaxê, yê duyem 8`ê Îlonê, yê sêyem 5`ê Cotmehê, yê çarem 8`ê Cotmehê û herî dawî yê pêncemîn 13`ê Cotmehê vegeriyan warê xwe.

Beşeke koçberên Serêkaniyê yên vegeriyan nikarîbûn derbasî gundên xwe bibin, hêzên Tirkiyeyê li ber wan girt û nehişt derbas bibin.

Berdevkê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Mehmûd Cemîl têkildarî vê mijarê ji ANHA`yê re axivî.

Mehmûd Cemîl got hîna artêşa Tirk di gundê El Erîşê, Dawidiya Mela Silêman, El Menax, El Ezîziyê ya girêdayî Til Temir, Bab El Ferec û baregeheke wan nêzî gundê El Sefeh e.

Koçberên Serêkaniyê û Til Temir ên ku hêzên Tirkiyeyê di gundên wan de ne nikarin vegerin heyanî ku gundên wan vala bikin.

8`ê Cotmehê ji karwanê çarem beşek ji koçberan nikarîbûn vegerin gundên xwe ji ber hêzên Tirkiyeyê li herêma El Menax, El Feyseliyê, El Derbo, El Kinêhir, El Seîd û El Hecac girtibû.

KOÇBERÊN JI NAVENDA BAJÊR NIKARIN VEGERIN

Koçberên malên wan li bajarê Serêkaniyê ye, ew jî ji ber niştecihên ji derve hatine Serêkaniyê di malên wan de ne, nikarin vegerin.

Berdevkê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Mehmûd Cemîl diyar kir ku niştecihên ji derve hatine Serêkaniyê destê xwe danîne ser mal û mulkê xelkê Serêkaniyê yê resen û hikûmeta veguhêz jî zextê li wan nake û got: "Me ji tîma Serokatiyê daxwaz kir ku agahî bide Şamê ku zextê li dewleta Tirk bike da ku xwe ji bajar û gundên Serêkaniyê bikşîne. Koçberên Serêkaniyê ji ber mayîna dewleta Tirk li Serêkaniyê ne rehetin û li ber vegera koçberan û aramiya herêmê dibe asteng."

KOÇBER DIXWAZIN BERÎ ZIVISTANÊ VEGERIN

Mehmûd Cemîl di berdewama gotinên xwe bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan, tîma Serokatiyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir ku divê derfet hebin koçber berî zivistanê vegerin warê xwe.

Ji bo koçberên Serêkaniyê yên bajêr û gundan vegerin, divê hêzên Tirkiyeyê gundên wan vala bikin, rê ji mayinan were paqijkirin û li bajêr jî malên koçberan li wan vegerînin.

Cîgirê rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl fermî ragihand ku roja çarşemê dê 642 malbatên Serêkaniyê yên li Kampa Waşûkanî dimînin vegerin gundên xwe yên girêdayî Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê.

(np)

ANHA