9 salan piştî rizgarkirina Reqayê; dibe ku careke din DAIŞ vegere?

Bi salvegera rizgarkirina Reqayê re em balê dikişînin li ser tehdîta DAIŞ’ê ya li Sûriyeyê; dibe ku ew sûdê ji pirsgirêkên civakî û ewlehiyê wergire û careke dîtir şaneyên xwe zindî bike.

9 salan piştî rizgarkirina Reqayê; dibe ku careke din DAIŞ vegere?
20 cotmeh, 2026   05:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Şervanên QSD`ê 20`ê Cotmeha 2017`an bajarê Reqa û gundewarên wê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê hîna li Sûriyeyê û Iraqê hene û di nava liv û lebatê de ne. 

Li Reqayê ku çeteyên DAIŞ ew ji bo xwe kiribû paytext, QSD`ê bi alîkariya Koalîsyona Navneteweyî ew têk bir û dawî li hebûna wê ya li Iraq û Sûriyeyê hat. Lê êrişên ku li herêmê çêdibin DAIŞ digire ser xwe, her wiha tê raghandin ku şaneyên DAIŞ û bi taybet serçeteyekî DAIŞ`ê li Reqayê hatiye girtin, ala DAIŞ`ê li herêmên Sûriyeyê tê rakirin, ev hemû destnîşan dike hîna xeteriya DAIŞ heye û dibe ku careke dîtir vegere.

ALA DAIŞ`Ê LI HESEKÊ, DÊRAZOR Û REQAYÊ HATE RAKIRIN

Meha cotmehê (2026) li bajarê Hesekê, Dêra Zorê û Reqayê ala DAIŞ`ê di xwepêşandanan de hate rakirin.

12`ê cotmehê Federasyona Rêxistin û Dezgehên Mafên Mirovan a Sûriyeyê û hinek rêxistinan daxuyanî da û tê de got ku di dîmenên xwepêşandanan de ala DAIŞ`ê dîtine û dirûşmên ku bibe sedema provokasyonan hatine berzkirin.

Rêxistinan anî ziman ku rakirina sembolên DAIŞ`ê di xwepêşandanan de tê wateya ew sûd ji tevlîheviya heyî werdigire û dibe ku hinek komên tundrew di vê rewşê de xwe bi rêxistin bikin.

Careke dîtir derketina sembol û alên DAIŞ`ê tê wateya ku xeteriya wê hîna li ser herêmê hîna didome.

LI SÛRIYEYÊ TEVGERA DAIŞ’Ê DIDOME

Li Sûriyeyê hate çavdêrkirin ku ji destpêka salê ve DAIŞ`ê 73 êriş girtine ser xwe û di encamê de 69 sivîl û leşker hatine kuştin. Li gorî daneyan jî liv û tevgera DAIŞ li gundewarên Hesekê, Dêra Zorê û Reqayê zêde bûye.

Çeteyên DAIŞ`ê 24`ê Îlonê li herêma Medan a gundewarên rojhilatê Reqayê otobuseke leşkerî ya girêdayî Wezareta Parastinê kire hedef.

28`ê Îlonê jî li herêma Nebei El Teyîb a gundewarên Hemayê erebeya leşkerekî hedef girtibû û erebeyê ziyan dîtibû.

6`ê Cotmehê li ser rêya di navbera bajaroka Fuqris û bajarê El Meyadîn ê rojhilatê Dêra Zorê komeke çekdar leşkerekî Wezareta Parastinê hedef digire, ew giran birîndar dibe û 10`ê mehê jiyana xwe ji dest da. Ew leşker berî ku were kuştin ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibû tehdîdkirin.

13`ê Cotmehê li ser rêya Selmiyê-Asriya û bendên kontrolê yê El Hemra ya dikeve rojhilatê Hemayê du caran êrişî leşkerên ewlehiya rê kirin û di encama her du êrişan de 4 leşker hatin kuştin. Hêzên Ewlekariyê got gumanên wan li ser DAIŞ`ê hene ku wan êriş kiriye.

HEMLEYÊN PAQIJKIRINÊ

Wezareta Hundirîn a hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê di belgeyan de aniye ziman ku ji destpêka sala 2026`an ve wan 19 operasyonên paqijkirina DAIŞ pêk anîne, di van operasyonan de herî kêm 42 kes girtine û di operasyonên ewlekariyê de herî êm 4 endamên DAIŞ`ê hatine kuştin.

Yek ji operasyonên navdar a 27`ê Îlonê bû, di vê operasyonê de şandeyek girtibûn û hêzên ewlekariyê gotibû ku ev şande girêdayî DAIŞ`e, li Reqayê destbi karê xwe kiriye û heyanî Heleb, Idlib û Humsê xwe bi rêxistin kiriye.

Her wiha hêzên ewlekariyê raghand ku di encama operasyona 27`ê Îlonê de 4 berpirsên şaneyê li Reqayê girtine û li parêzgehên dîtir hin endamên wê şaneyê girtine û madeyên teqemeniyê desteser kirine.

Di encama lêpirsînê de raghand ku destê endamên şaneyê di 5 rewşên revandinê de heye.

Roja înê (9 Cotmeh) Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku wan li herêma El Hewla ya Humsê şaneyeke girêdayî DAIŞ`ê ku 2 kes in, girtine û bombe bi wan re hebûne.

DIBE KU DAIŞ ZINDÎ BIBE

Wezîrê karên hundirîn û darayî yê Iraqê yê berê Baqir Cebir El Zibêdî 5`ê Cotmehê di nivîsekê de ku li ser hesabê xwe yê dîjîtal medyayê belav kiribû, gotibû dibe ku xetereya DAIŞ`ê zêdetir bibe, piştî rejîma Beşar El Esed hilweşiya hejmara çeteyên DAIŞ`ê li Sûriyeyê ji 2 hezarî bûye nêzî 10 hezar. Her wiha gotibû heke şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de bi dawî bibe dibe ku hejmareke çeteyan derbasî Sûriyeyê û herêmê bibin.

LI IRAQÊ JÎ TEVGERA DAIŞ`Ê HEYE

Li Iraqê jî ji destpêka sale ve êriş hene û diyar kirin ku 15 êriş bi destê çeteyên DAIŞ`ê hatiye kirin û DAIŞ bi xwe jî hinek êrişên dîtir jî girtin ser xwe.

Li gorî rapora Navenda Lêkolînên Siberojê ya Iraqê ku 17`ê Cotmehê weşandibû, ji destpêka sala 2026`an heyanî 14`ê cotmehê DAIŞ`ê 11 êriş girtiye ser xwe.

Di meha Cotmehê de li parêzgeha Kerkûkê û bi taybet li derdora bajarê El Hiwîca ya dikeve başûr û rojavayê Kerkûkê êriş çêbûye.

5`ê Cotmehê komeke çekdaran navendeke girêdayî foca siyem a lîwaya 9 a polîsên federal li gundê El Berxeliyê yê herêma El Dendaş a bajarê El Hiwîca hedef girt, di encamê de polîsek hate kuştin û 4 jî birîndar bûn. Piştre DAIŞ ev êrişa 5`ê cotmehê girte ser xwe.

Her wiha 6`ê Cotmehê komeke çekdar navendeke tabûra duyem a lîwaya 61 a girêdayî Heşdî Şabî li gundê El Berxeliyê hedef girt û çapemeniya Iraqê got DAIŞ êriş kiriye.

10`ê Cotmehê li gorî çapemeniya Iraqê çavkaniyên ji ewlekariya Iraqê got li gundê El Berxeliyê komeke çekdar êrişî navendeke polîsên federal kir.

Li gorî hêzên ewlekariyê yên Iraqê li pey vê koma çekdar ketine yek ji çeteyên DAIŞ`ê hatiye kuştin û 3`ê yên dor li wan girtibûn, ew girtin.

LI IRAQÊ OPERASYONÊN LI DIJÎ DAIŞ’Ê

11`ê Cotmehê balafirên şer ên Iraqê li herêma Narîn a girêdayî Diyala baregeheke veşartî ya çeteyên DAIŞ`ê du caran bombebaran kir û çapemeniya ewlekariyê raghand ku navend bi temamî hatiye hilweşandin.

13`ê Cotmehê jî balafirên şer ên Iraqê li Wadî Zixêtûn a girêdayî Kerkûkê baregeheke veşartî ya çeteyên DAIŞ`ê bombebaran kir û çapemeniya odeya operasyonan a Kerkûkê raghand ku herî kêm 2 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin.

14`ê Cotmehê dema ku du efserên artêşa Iraqê piştî bombebaranê Wadî Zixêtûn kontrol dikir, mayîn bi wan de teqiya û jiyana xwe ji dest dane.

LI AFRÎKA Û ASYAYÊ ÊRIŞÊN DAIŞ’Ê

Êrişên çeteyên DAIŞ`ê bi Iraq û Sûriyeyê sînordar namîne, her wiha li dewletên Afrîka û Asya jî êriş dikin. Di nîvê meha cotmehê de DAIŞ`ê raghand ku li Nîjerya êrişî kampeke leşkerî ya artêşê kiriye û di encamê de 21 leşker jiyana xwe ji destdane.

Li rojavayê Afrîka jî çeteyên DAIŞ`ê berpisyariya 4 êrişan girte ser xwe. Di meha îlonê de li herêma Niyasa kampek hedef girt û dewriyeke girêdayî hêzên Rewandayî hedef girt.

Li Pakistanê 8`ê îlonê çeteyên DAIŞ`ê raghand ku wan li Parêzgeha Belûçistanê kesek kuştiye.

PIŞTÎ 9 SALAN DÊ DAIŞ VEGERE?

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) 31`ê Tîrmeha 2026`an di raporeke xwe de anî ziman ku DAIŞ û komên giêrdayî wê li ser ewlehî û aştiya navneteweyî xeter in, ew li herêmên pirsgirêkên wan ên ewlehiyê hene weke herêma Rojhilata Navîn xwe ji nûve bi rêxistin dikin.

Raporê balkişandibû ser êrişên DAIŞ li Sûriyeyê û Iraqê û metersiyên xwe anîbû ziman ku şaneyên DAIŞ`ê dîsa li Sûriyeyê û Iraqê zindî bibin.

12`ê Cotmeha 2026`an Konseya Ewlehiyê ya NY’yê li ser Sûriyeyê civiya, dewletên tev li civînê bibûn anîbûn ziman ku xeteriya çeteyên DAIŞ`ê didome û tê pirskirin gelo li pêşiya vegera DAIŞ`ê dikarin bibin asteng an na. JI ber li Sûriyeyê û Iraqê pirsgirêkên siyasî û ewlehî didome û dibe ku DAIŞ ji vê yekê sûd wergire û xwe ji nû ve bi rêxistin bike.

(np)