Kampa Holê: Belavbûneke ku nayê kontrolkirin

Di çend rojên dawî de kampa Holê ji aliyê komên çekdar ên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û endamên wê yên biyanî ve tê valakirin. Ev yek bûye sedema belavbûna xetereya çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan di nav civaka Sûriyeyê de.

Kampa Holê: Belavbûneke ku nayê kontrolkirin
17 sibat, 2026   06:20
HESEKÊ

Kampa Holê wekî ku bi salan di raporên navneteweyî de dihat gotin, ne teqiya ne jî hilweşîneke dramatîk a berfireh lê çêbû. Lê li şûna wê, kamp ji aliyê komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve hate valakirin û piraniya niştecihên wê hatin derxistin.

Kampa Holê bi qasî 45 kîlometreyan li rojhilatê bajarê Hesekê, nêzîkî sînorê Sûriye-Iraqê ye. Bi salan, ew wekî yek ji xalên herî hesas û aloz ya ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dihat hesibandin. Kamp di destpêka salên 1990`î de ji bo bicihkirina penaberên iraqî hate damezrandin û piştî sala 2003`an ji nû ve hate vekirin. Di krîza Sûriyeyê de, piştî ku çeteyên DAIŞ`ê kamp kontrol kirin û ew wekî korîdorek lojîstîkî di navbera Sûriyeyê û Iraqê de bi kar anîn, ew bû cihekî stratejîk ê xeternak.

Piştî ku di sala 2015`an de ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hate rizgarkirin, kamp ji bo bicihkirina sûriyeyiyên koçber hate bikaranîn. Lêbelê, piştî têkçûna erdnîgarî ya DAIŞ`ê li Baxozê di sala 2019`an de û piştî ku malbatên çeteyan hatin lê hatin bicihkirin, xetereya wê zêde bû.

Di wê demê de, hijmara nişteciyên kampê gihîşt nêzîkî 74 hezar kesan, piraniya wan jin û zarok bûn, ku gelek ji wan xwediyên paşxaneyên tundrew bûn, ev yek bû sedema ku kamp wekî "bombeyeke eyarkirî " were binavkirin.

Di wan salan de, di kampê de avahiyeke civakî ya tundrew hat avakirin, torên leşkerkirina zarokên ku wekî "Eşbal El Xîlafa " dihatin binavkirin, dadgehên Şerîetê yên veşartî yên ku ji hêla jinên DAIŞ`ê ve têne birêvebirin, û kuştin û çavtirsandin, hiştin dever bibe hawîrdorek ji bo ji nû ve vejandina DAIŞ`ê.

Li gorî amarên dawîn, destpêka Çileya 2026`an di kampê de 6 hezar 352 jin û zarokên biyanî ji 42 neteweyan, 15 hezar û 245 sûriyeyî û 9 kesên dê û bavên wan nediyar hebûn, bi tevahî zêdetirî 21 hezar kes. Hema hema hemû ji malbatên DAIŞ`ê bûn û hatina wan bi serdema piştî ketina Baxozê ve girêdayî bû.

Di destpêka Çileya 2026`an de, komên çekdar ên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê êriş li ser Şêxeqsûd û Eşrefiyê li Helebê dan destpêkirin. Di 16`ê Çileyê de, wan êriş li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di nav de bajarê Holê, ku kamp lê ye, dan destpêkirin.

Di 20`ê Çileya 2026`an de, hêzên QSD`ê ji ber bêxemiya navneteweyî ya li hember mijara DAIŞ`ê û ji nû ve bicihkirina hêzên xwe, xwe ji rêveberiya kampê vekişand.

Di van çend rojan de, hejmara niştecihên kampê daket kêmtirî 5 hezar kesan û beşa biyaniyan hema hema bi tevahî hat valakirin. Ev kêmbûn ne encama bernameyeke navneteweyî ya rêxistinkirî bû ji bo vegerandina malbatên DAIŞ`ê bo welatên wan, ne jî ji ber planeke rehabîtasyonekê ya hikumeta demkî bû. Berevajî vê, ew wek encameke valakirineke sîstematîk ji hêla komên çekdar ên hikumeta demkî û endamên wan ên biyanî ve pêk hat.

BI ŞEV Û BI ROJ BI QAÇAXÎ Û AŞKERA HAT VALAKIRIN

Derxistina qaçax a çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan ji hêla komên çekdar ên di nav hikumeta demkî de bi gelek awayan pêk hat. Malbat bi şev bi wesayîtan ber bi deverên cûda ve dihatin derxistin, di heman demê de hin malbat bi komî ber bi kampên nêzîkî sînorê Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê ve dihatin veguhastin. Hin biyanî jî bi qaçaxî ber bi Idlib û deverên din ve dihatin veguhastin û hin kesên mayî jî ber bi kampeke nû li bakurê Helebê ve dihatin veguhastin.

XETEREYA BELAVKIRINA BÎRDOZIYA DAIŞ`Ê DI NAVA CIVAKA SÛRIYEYÊ DE

Li gorî medyaya erebî, kampa li gundewarê Helebê ku malbatên DAIŞ`ê vediguhêzinê, ji modela kampa Holê pir cuda ye. Înternet lê heye û çavdêrî lê tune ye.

Ev yek derî li ber xetereya belavbûna bîrdoziya DAIŞ`ê di nav civaka Sûriyeyê de û vejîna rêxistinê vedike. Derxistina wan bi vî awayî û belavkirina malbatên DAIŞ`ê di nav civakê de gelek xetereyan çêdike. Belavbûna van malbatan li herêmên cuda yên Sûriyeyê ji nû ve avakirina têkiliyê û avakirina şaneyan hêsan dike.

BELAVBÛNEKE KU NAYÊ KONTROLKIRIN

Kampa Hol 7 salan pirsgirêkeke navneteweyî ya tevlihev bû ku ji hêla toreke gelek aliyên ewlehî û mirovî ve dihat birêvebirin. Îro, bar ber ketiye ser hêzeke herêmî, êdî ew li şûna ku cihekî diyar ku dikare were kontrolkirin veguheriye rewşeke erdnîgarî ye berfireh û nayê kontrolkirin.

Ev guhertin nayê wê wateyê ku pirsgirêk winda bûye, lê belê şiklê wê hatiye guhrtin, êdî li şûn xteeriyeke berbiçav ber bi çav vegueriye gefek berfireh, û li şûna rêveberiya navneteweyî ketiye bin çavdêriya herêmî.

DOSYAYA KAMPA HOLÊ NEHATIYE GIRTIN

Di encamê de, valakirina kampa Holê ne dawiya pirsgirêkek tevlihev bû, lê belê ji nû ve şekildana wê bû. Pirsgirêk bi çareseriyek berfireh an rehabîlîtasyonek sîstematîk nehat çareserkirin, lê belê ji cihekî diyar ber bi herêmek erdnîgarî ya berfirehtir ve hat veguhastin. Kampa Holê neteqiya, lê ne jî hat girtin. Ew wekî winda bû, lê ew hîn jî dosyayek vekirî ye û civak xistiye ber xetereya vegera DAIŞ`ê.

ANHA