Ji YRA ji bo kampanyaya `Na ji darvekirinê re` banga piştgiriyê

YRA`yê bang li sazî, rêxistinên amfên mirovan û tevgerên jinan kir ku tev li kampanyaya YRJ`ê ya bi sernavê "Na ji Darvekirinê re" bibin. Di heman demê de bang li dezgehên mirovî kir ku destweranê bikin û cezayên darvekirinê yên li dijî rojnamevan û çalakvanan bi bikin.

Ji YRA ji bo kampanyaya `Na ji darvekirinê re` banga piştgiriyê
13 tebax 2024   17:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) têkildarî cezayên darvekirinê li dijî rojnamevanan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: "Di çarçoveya siyaset û kirinên dermorî yên hikumeta Îranê li dijî rojamevanan, derdora 2 hefte berê cezayê darvekirinê li dijî rojnamevanan jin Bexşan Ezîzî û çalakvana jin Şerîfa Mihemedî hate birîn. Me der barê vê mijarê de daxuyanî dabû û dadgehkirina dermirovî ku xebatên ragihandinê asteng dikin şermezar kiribû.

Em careke din piştevaniya xwe ya bi rojnamevan û çalakvanan li tevahî cîhanê dikin.

Îro jî û di heman çarçoveyê de em beşdarî kampandiya Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) dibin ku duh bi sernavê “NA JI DARVEKIRINÊ RE” li dijî hikûmê darvekirinê dan destpêkirin.

Em wekî saziyeke pîşeyî ya raghandinê ji sazî û rêxistinên mafê mirovan, tevgerên jinan û saziyên rojnamevaniyê dixwazin ku beşdarî kampaniya YRJ’ê bibin.

 Di heman demê de em careke din daxwaza xwe ji sazî û dezgehên mirovî yên têkildar re dubare dikin ku alîkariya rojnamevnan bikin û bi lez bikevin tevgerê da ku dawî li dadgehkirinên dermirovî were û hikûmê darvekirinê bi dawî bibin."

(şx)