Ji YEˈyê ji sûriyeyiyan re; nehêlin senaryoya Iraq, Lîbya, Efganistanê dubare bibe!

Wezîra karên derve ya Yekitiya Ewropayê Kaya Kallas der barê pêvajoya derbasbûnê ya li Sûriyeyê ya piştî rûxandina rejîma Beşar Esed de hişyarî da û bang li sûriyeyiyan kir ku xwe ji "senaryoyên tirsnak" ên wekî yên li Iraq, Lîbya û Efganistanê dûr bixin.

Ji YEˈyê ji sûriyeyiyan re; nehêlin senaryoya Iraq, Lîbya, Efganistanê dubare bibe!
11 kanûn, 2024   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîra karên derve ya Yekitiya Ewropayê (YE) Kaya Kallas di civîna parlamentoya yekitiyê ya li Brukselê de axivî û got: "Em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Divê em azadiya gelê Sûriyeyê pîroz bikin."

Kaya Kallas diyar kir ku ev guhertin di heman demê de kêşeyeke mezin ji bo Sûriye û herêmê ye û got: “Têkildarî pêkanînên tundiyê yên komên olî, vegera tundrawiyê û valahiya siyasî, fikarin mezin hene.”

Kaya Kallas bang li sûriyeyiyan jî kir û got: “Nehêlin senaryoyên metirsîdar ên li Iraq, Lîbya û Efganistanê dubare bibin.”

Her wiha Kaya Kallas banga parastina mafên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê, parastina yekitiya Sûriyeyê û rêzgirtina li xweserî û serdestiya wê kir.

(bb)

ANHA