Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îsamîl El Ebid di êrişeke komên çekdar de li herêma Sebxa ya li aliyê başûrê çemê Firatê şehîd bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand
11 kanûn, 2024   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê şehadeta endamê xwe Îsmaîl El Ebid ragihand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Hevreyê me yê leheng Îsmaîl El Ebid dema erka xwe ya welatparêzî ya parastina ewlehiya herêmê pêk dianî, şehîd bû. Hevreyê me Îsmaîl li herêma Sebxa ya li aliyê başûrê Çemê Firatê li cihekî hevalên me di êrişa komeke çekdar de şehîd bû. Şehîd Îsmaîl ji dema tevlêbûna xwe ya nava hêzên me ve nimûneya dilsozî û wefadariyê bû. Hevreyê me Îsmaîl heya kêliya dawîn peyama parastina welat da.

Bila serê malbata şehîd sax be. Em ji gelê xwe re teqez dikin ku dê xwîna şehîdên me vala neçe. Em ê bi israr mîsyona parastina welatê xwe ji tevahî xetereyan bidomînin."

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nav û Paşnav: Îsmaîl El Ebid
Navê Dayikê: Xatûn
Navê Bav: Elî
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Reqa, 1984
Cih û Dîroka Têvlêbûnê: Reqa, 21.04.2018
Cih û Dîroka Şehadetê: Sebxa, 10.12.2024.

(bb)