Ji xwepêşandanên li Siwêdayê banga parastina zarokan

Xelkê Siwêdayê di xwepêşandanên îro de banga parastina zarokan kirin.

Ji xwepêşandanên li Siwêdayê banga parastina zarokan
Ji xwepêşandanên li Siwêdayê banga parastina zarokan
Ji xwepêşandanên li Siwêdayê banga parastina zarokan
Ji xwepêşandanên li Siwêdayê banga parastina zarokan
Ji xwepêşandanên li Siwêdayê banga parastina zarokan
20 mijdar 2023   17:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî serma û baranê, bi dehan welatiyên Siwêdayê, xwepêşandan li qada Kerama ya li navenda bajar berdewam kirin.

Xwepêşandêran banga guhertina siyasî, pêkanîna biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254′an û parastina mafên zarokan kirin.

Ji pankartên ku hatine vekirin: "Li welatê me.. hinekan zarokên xwe defin kirin û hinek din perîşanî defin kir", "Ji girtiyên li girtîgehên sûcdar re azadî", " Roja Zarokan a Cîhanê zarokên Sûriyeyê ji eleqdar dike", "Zarokan ji tundiyê biparêzin", "Mafên zarokan biparêzin", "Dixwazim zarokên min bi aramî û rihetî li welatekî ewle bijîn" û "Wekhevî".

(bb)