Li Minbicê jî ji bo zarokan şahiyek hat lidarxistin

Li Minbicê bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê  şahiyek hat lidarxistin.

20 mijdar 2023   17:53
MINBIC

Nivîsgeha Parastina Zarokan a Komîteya Jinan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê şahiyek li dar xist.

Di serî de hevseroka Meclisa Rêveber a Minbicê Nezîfe Xilo bal kişand ser girîngiya Roja Zarokan a Cîhanê û got: "Zarokên me di çarçoveya şerê li Sûriyeyê de gelek zehmetî dîtin, ji ber wê jî ev roj wek roja misogeriya mafên zarokan a cîhanê ye. Em jî dibînin ku tevahî roj ji bo zarokên me cejn in."

Nezîfe Xilo destnîşan kir ku ji dema damezirandina Rêveberiya Sivîl a Minbicê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve girîngî ji bo avakirina nifşekî nû hat dayîn û got: "Ji dema rizgarkirina Minbicê de dirûşma me 'perwerde berî xwarinê ye' ye. Em girîng û destekê didin zarokan; ji ber em dizanin ku bi girîngîdayîna zarokan dê pêşerojeke aram û bê şer li pêşiya Sûriyeyê be."

Zaroka bi navê Alaa Hemadîn bi navê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê peyamek xwend û bang li cîhanê kir ku mafên zarokan biparêze û got: "Tu roj bê ku top li ser dibistanên me bibarin tune ne, lê em wek darên zeytûnê yên Efrînê bi xaka xwe ve girêdayî ne."

Komên zarokan ên girêdayî Komeleya Çerkez, Komeleya Nûr El Musteqbel û baxçeya Şems El Emel û hin zarokên din hûnerên xwe pêşkêş kirin.

Di dawiyê de diyarî li zarokan hatin belavkirin.

(mh)

ANHA