Ji bo şehîd Edessa Munzur merasîmeke hat lidarxistin
Şêniyên navçeya Amûde sersaxî da malbata şehîd Edessa Munzur.
Şêniyên navçeya Amûde, gundên derdorê, endamên saziyên sivîl û rêxistinên jinan tev li merasîma sersaxiyê ya gerîlaya YJA-Star Edessa Munzur (Canda Şêxmûs) bûn ku 29`ê Îlonê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.
Merasîma sersaxiyê li Stada Şermola ya li navçeyê hate lidarxistin.
Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Îlham Hisên sersaxî da malbata şehîd û got: “Malbata şehîd Edessa xwedî mîraseke mezin a têkoşîn û berxwedanê ye. Şehîd Edessa li ser rêgezên welatparêziyê û têkoşînê mezin bû, cihê xwe di têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê de girt û di oxira azadiyê de şehîd dan.”
Îlham Hisên soza şopandina xeta şehîdan da û wiha bi lêv kir: “Careke din em soz didin ku heta dawiyê şopdarên xeta şehîdan bin, destkeftiyên wan biparêzin û li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin. Divê em tevda li gor nirxên welatparêziyê tev bigerin.”
Endamê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Berxwedan Amûde (Bîco Bîco) got, kombûna mezin a li vir nîşaneya girêdana gel bi nirxên şehîdan ve ye û wiha pê de çû: “Em soz didin şehîdan, Rêberê xwe, tevger û gelê xwe ku li gor rêgeza şerê gel ê şoreşgerî têkoşînê mezin bikin. Ji bo parastina destkeftiyan û jiyaneke bi rûmet û azad em amade ne her berdêl bidin.”
Bi navê malbata şehîd keçxaltîka şehîd Edessa, Hebûn Şêxmûs behsa taybetmendiyên şehîd Edessa kir û got: “Şehîd Edessa, ruxmî ku biçûk bû jî lê xwedî vîneke xurt bû. Fikrên Rêbertî bandor lê kir. Li ser rêya apê xwe yê şehîd Ebduselam meşiyan, li tevahî qadên Kurdistanê ta bigihêje Zapê tê koşiye. Tev li têkoşînê bû û rêya rûmetê û jiyana azad pejirand.”
Hebûn got, dê çeka şehîd li erdê nehêlin û dê xeta wê bişopînin.
Endama Kongra Star a navçeyê Medya Sedî jî got şehîd Edessa, qîrîna jinan a li hember zulmê ye û ji bo rizgarkirina da ser şopa Sara, Bêrîtan, Zîlan û Arînan.
Medya damezirandina PKK`ê ku dikeve 27`ê Mijdarê li gel pîroz kir û soz şopandina rêya şehîdan da.
Di merasîmê de Mihemed Edûlê helbest li ser şehîd Edessa xwend.
Bavê şehîd Edessa, Ebdulqadir jî soz da ku wefadarê xwîna şehîdan be û têkoşîna azadiyê mezin bike.
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wê hat kirin. Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.
(şx)
ANHA