Ji TJK-E û KCDK-Eˊyê daxuyanî: Em li ser bingeha yekîtiya neteweyî bên gel hev

TJK-E û KCDK-E bal kişand ku bi êrişên li ser Kurdistanê hewl didin hêzên Kurd bikişînin nav şer û ev hate gotin: “Divê hemû hêzên Kurd li ser bingeha yekitiya neteweyî bên gel hev, parastina têkoşîna rewa biparêzin û divê nebin amûrê hesabên şaş ên tu kesî.”

Ji TJK-E û KCDK-Eˊyê daxuyanî: Em li ser bingeha yekîtiya neteweyî bên gel hev
30 adar, 2026   23:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistan li Ewropayê (KCDK-E) der barê şerê ku ji aliyê DYA û Îsraîlê ve li dijî Îranê hatiye destpêkirin û her ku diçe bandorê li her çar parçeyên Kurdistanê dike de, daxuyaniyek nivîskî weşandin û bal kişandin ser girîngiya rêxistinbûna li ser bingeha yekîtiya neteweyî.

Di daxuyaniya hevbeş de wiha hat gotin: “Wekî ku tê zanîn, şerekî ku serkêşiya wê Îsraîl, DYA û Îranê dikin, tê jiyîn. Ev şer li her aliyên Rojhilata Navîn belav dibe û roj bi roj mezin dibe. Ev şerê bi xwe re rê li ber krîzeke aborî û krîzeke mezin a cîhanî vedike. Ev şerê ku wekî şerê enerjiyê jî tê binavkirin, rasterast bandorê li her çar perçeyên Kurdistanê dike. Bicihbûna leşkerî ya hêzên navneteweyî li herêma me vê bandorê mezintir dike. Êrişa li Duhokê û hedefgirtina hêzên Kurd piştrast dike ku em di bin gefek cidî de ne.

Ev êrişeke ku gelê Kurd û hêzên Kurd ên li her çar perçeyên Kurdistanê bikişînin nav şer. Gelê Kurd wê tu carî nebe amûrek şerên neheq û planên parvekirina desthilatdariyê yên hêzên navneteweyî. Gelê Kurd ne alîgirê şer û komkujiyane, alîgirê diyalog û çareseriya demokratîke.

Ji ber vê yekê wê her çar beşên Kurdistanê nebin amûrê ev şerê berdewam dike. Divê hemû hêzên Kurd li ser bingeha yekîtiya neteweyî bên gel hev, parastina têkoşîna rewa biparêzin û divê nebin amûrê hesabên şaş ên tu kesî. Ev êrîş careke din nîşan didin ku têkoşîneke yekgirtî çiqas girînge. Em bang li gelê xwe yê li dîasporayê dikin ku li hember van êriş û xetereyan hişyar bin.”