Ji tirsa komkujiyan bi hezaran Sûriyeyî ber bi Lubnanê ve reviyan

Bi hezaran welatiyên perava Sûriyeyê ji tirsa komkujiyan ber bi bakurê Lubnanê ve reviyan. Li gorî raporên xwecihî bi dehan malbat ketin baregeha Himêmîm a li gundewarê Laziqiyê.

Ji tirsa komkujiyan bi hezaran Sûriyeyî ber bi Lubnanê ve reviyan
8 adar, 2025   19:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama şerê navbera hêzên desthilata Şamê û çekdarên ji bermahiyên rejîma berê de, komkujî û binpêkirin li dijî welatiyên zêde bûn, bi hezaran welatiyên li van herêman ber bi herêma Ekar a Lubnanê ve penaber bûn. Ew welatiyên ji ber êrişên li peravê direvin, berê xwe didin gundên elewî yên li bakurê Lubnanê.

Çavkaniyên ji Lubnanê diyar kir ku bi hezaran welatî gihîştin 5 an 6 gundên elewî yên li Ekar. Heman çavkanî anî ziman ku di rojekê de nêzî 10 hezar kes gihîştinê Lubnanê. Ew welatî bi rêya nerewa re derbasî Lubnanê dibin.

Girêdayî heman mijarê, di raporên xwecihî de hat gotin ku bi dehan malbat ketin baregeha Himêmîm a gundewarê Laziqiyê. Çavkaniyan got ew malbat bi saetan sekinîn heta ku hêzên Rûsyayê hişt ew derbasî baregehê bibin.

(fr)