Ji 35 partî û rêxistinan peyam: Yekane çare li Sûriyeyê diyaloga Sûrî-Sûrî ye

35 partî û rêxistinên siyasî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku çareya yekane ya derketina ji krîza heyî ya li Sûriyeyê di pêkanîna diyaloga Sûrî-Sûrî de ye ku hêviyên gelê Sûriyeyê pêk bên.

Ji 35 partî û rêxistinan peyam: Yekane çare li Sûriyeyê diyaloga Sûrî-Sûrî ye
8 adar, 2025   19:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê rageşiya vê dawiyê li perava Sûriyeyê 35 partî û rêxistinên siyasî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyek da.

Daxuyaniya 35 partî û rêxistinên siaysî wiha ye:

"Ji ber zêdebûna tundî û tehrîdkirina mezhebî li Sûriyeyê û berdewama êşên sivîlan a ji ber êrişên leşkerî û zêdebûna rageşiyan, bi taybet şerê li perava Sûriyeyê û qetilkirina sivîlan, em qetilkirina sivîlan û qetilkirina li ser nasnameyê şermezar dikin. Em li ser helwesta xwe ne ku pêwîst e demildest tevahî kiryarên tehrîdkirin, tundî û qetilkirinê li ser xaka Sûriyeyê rawestin, qatil bi rêyên qanûnî û zelal hesab bidin û sînor ji êşên gelê Sûriyeyî re were dayîn.

Çareya yekane ya derketina ji vê krîza heyî di xwedîderketina li diyaloga Sûrî-Sûrî ye ku rêveçûna bingehîn a gihandina li çareseriyên mayînde ye û bi wê re hêviyên tevahî Sûriyeyiyan pêk tên. Em diyar dikin ku çareseriya siyasî û aştiyane bijardeya yekane ya misogerkirina siberoja Sûriyeyê dûrî aloziyan e.

Pêdiviya avakirina Sûriyeya siberojê bi hevparebûna di navbera tevahî pêkhateyan de heye ku edalet, rûmet û wekhevî pêk bê û tu aliyek neyê paşguhkirin û bidûrxistin. Em hewlên ferzkirina çareseriyên yekalî red dikin û bang li hikumeta Şamê dikin ku divê tevahî hêzên niştîmanî di xêzkirina nîşaneyên siberojê de beşdar bibin.

Her wiha em bang dikin ku sazûmaniyeke edaleta veguhêz li gorî mîsaqên NY’yê were avakirin, lêpirsîneke dozgerî ya zelal û serbixwe ji bo tevahî kiryarên qetilkirin û komkujiyên li dijî sivîlan were vekirin, berpirsên van binpêkirinan hesab bidin. Ji ber ku nehesabkirina sûcdaran wê bi xwe re alozî û bêîstîqrariyeke zêde bîne.

Em diyar dikin ku bêyî pêkanîna bingehên aştî, edalet û hemwelatîbûna wekhev, dûrî tundî û bidûrxistinê, siberoja Sûriyeyê pêk nayê. Ji lew re, em bang li tevahî aliyan dikin ku xwe bispêrin zimanê hişmendî û diyalogê û ji bo dawîlêanîna êşên Sûriyeyiyan bi awayekî hevpar bixebitin û aştiyeke mayînde ku layîqê fedekarî û hêviyên welatiyan be, pêk bînin.

Daxuyanî ji aliyê van partiyan ve hatiye dayîn:

1-Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)

2-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

3-Partiya Kesk a Demokrat

4-Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

5-Partiya Lîberal a Kurdistanê

6-Partiya Komunîst a Kurdistanê

7-Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî

8-Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê

9-Partiya Çep a Kurd li Sûriyê

10-Partiya Sûriyeya Pêşerojê

11-Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê

12-Tevgera Nûjen a Kurdistanê

13-Yekîtiya Karkerên Kurdistanê (YKK)

14-Heya El Weteniya El Erebiye (Desteya Nîştimanî ya Erebî)

15-Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriye

16-Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê

17-Tevgera Çaksazîyê-Sûriya

18-Partiya Asûrî ya Demokratîk

19-Partiya Roj a Demokratîk li Sûriye

20-Partiya Biratî ya Kurdistanê (PBK)

21-Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)

22-Kongra Star

23-Partiya Muhafezekaran

24-Partiya Têkoşîna Demokrat

25-Tevgera Pêşeroja Kurdistanê

26-Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê

27-Heyet El Tensîq El Weteniye-Tevgera Guhertin a Demokratîk

28-Partiya Yekitiya Suryanî

29-Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî

30-Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî)

31-Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî)

32-Partiya Çep a Şoreşgerî li Sûriye

33-Partiya Suryaya

34-Partiya El Weten El Sûrî

35-Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê."

(fr)