Jinên ji Dêrazorê: Em ê li dijî zilmê têkoşînê mezin bikin

Jinên ji kantona Dêrazorê diyar kir ku dê li hemberî pergala zîhniyeta desthilatdar têkoşînê mezin bikin û projeya neteweya demokratîk biparêzin.

Jinên ji Dêrazorê: Em ê li dijî zilmê têkoşînê mezin bikin
9 adar, 2025   06:35
DÊRAZOR
FATIMA EL EBID

Jinên ji kantona Dêrazorê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamên xwe bi me re parve kirin. 

Endama Desteya Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Kantona Dêrazorê Rehma El Elî got: "Bi îrade û israreke bihêz ku me ji fikrên Rêber Abdullah Ocalan girtiye, em roja xwe pîroz dikin. Rêber Abdullah Ocalan bi fikr û felsefeya xwe ya şaristaniya demokatîk rêya azadî û wekheviyê ronî kir. Hestên me yên îro nayên wesifandin. Me qeydên ku bi salan jin girê dabûn, şikandin. 8’ê Adarê ji bo me roja berxwedan û azadiyê ye.”

Endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Ebîr El Hemed ji ber 8’ê Adarê û destkeftiyên ku jinan di hemû qadan de bi dest xistine kêfxweşiya xwe anî ziman û ev li gotinên xwe zêde kir: "Jinên ji Dêrazorê bi salên dirêj êş kişandin. Destkeftiyên ku me bi dest xistine bi hêsan nehatin, lê encamên sebir, hêz û îradeya me hatin bidestxistin. Em tu carî fedakariyên ku şehîdan ji bo jiyaneke bi azad û bi rûmet dane ji bîr nakin. Em soz didin ku em ê şopdarên xeta wan bin.”

Endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Îkram El Elî jî 8’ê Adarê li jinên herêmê û banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir.

Îkram El Elî anî ziman ku jin dê roleke mezin di avakirina aştiyê de bilîzin û wiha domand: "Em piştgiriyê didin projeya neteweya demokratîk a ku em ji zilm û zordestiyê rizgar kir.”

Îkram El Elî bang li hemû jinan kir ku li hemberî hemû cureyên koletiyê têkoşînê mezin bikin û ev peyam da: "Jin azad hatin dinê û dê azad bimînin.”

(bb)

ANHA