Ji Til Birakê bangên pêkanîna Rêveberiya Xweser li Sûriyeyê

Xelkê Til Birakê diyar kir ku çareya yekane ya xelasiya Sûriyeyê ji krîza heyî di pêkanîna nenavendiyê û gel xwe bi xwe bi rê ve bibe de, ye.

Ji Til Birakê bangên pêkanîna Rêveberiya Xweser li Sûriyeyê
7 sibat, 2025   07:20
HESEKÊ
AMIR EZAWÎ

Ji ber berdewamkirina krîzên siyasî, aborî û ewlehiyê li Sûriyeyê, bangên xwespartina li pergala demokrasiya nenavendî ku mafên tevahî pêkhateyan misoger dikin, zêde dibin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê yekê îsbat dike ku dikare pêk bê, da ku bibe modeleke rasteqîn ji bo siberoja Sûriyeyê ya aram.

Rêveberiya Xweser modela birêvebirinê ya nenavendî ye û tê de tevahî pêkhate di birêvebirina karên xwe yên siyasî, civakî û aborî de beşdar in, da ku edalet û wekheviyê di nava tevahî beşên civakê de misoger bikin.

Girêdayî mijarê, welatiyê bi navê Muhsin El Ehmed ê ji xelkê bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê bal kişand ser girîngiya pergala nenavendiyê ji bo parastina mafên tevahî pêkhate û mezheban li Sûriyeyê û got: "Sûriye welatekî pirneteweyî û pirmezhebî ye. Di Sûriyeyê de Ereb, Kurd, Suryan, Durzî, Elewî û hwd dijîn. Ji lew re xwespartina li pergaleke ku mafên van tevahî pêkhateyan biparêze, divê.  Ji bilî pêkanîna Rêveberiya Xweser ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serkeftina xwe îsbat kiriye, tu çare ji vê pirsgirêkê re nîn in."

Ji bo bersivdana îdiayên ku dibêjin pergala nenavendî dibe ku bi xwe re parçebûna welat bîne, El Ehmed wiha domand: "Hin îdia dikin ku pêkanîna Rêveberiya Xweser parçekirina welat e, lê rastî berovajî vê yekê bi temamî ye. Ev pergal dihêle her herêmek li gorî taybetmendiyên xwe yên çandî û civakî xwe bi xwe bi rê ve bibe, di heman demê de yekitiya welat diparêze û rêze ji pirrengiya wê re digire."

Endama Meclisa bajarê Til Birakê Xîtam Hemade jî diayr kir ku Rêveberiya Xweser azadiya ku gel berê nedîtibû pêşkêş kir û wiha got: "Di nava van tevahî krîzên li Sûriyeyê de, her wiha bûyerên qetilkirin, koçberkirin, çewisandinê çi ji aliyê rejîma Esed an jî komên terorîst ve, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê herî ewle bû."

Xîtam wiha domand: "Em nûnerên xwe hildibijêrin û li ser jinûve avakirina welat û bajarên xwe dixebitin. Mafên me yên biryardana çarenûsê di her kar û barên jiyana me de hene. Ev yek jî dihêle Rêveberiya Xweser bibe çareya herî adilane."

BANGÊN PÊKANÎNA RÊVEBERIYA XWESER LI TEVAHÎ SÛRIYEYÊ

Li aliyekî din jî endama Kongra Star a bajarê Til Birakê Sumeye Setûf bang kir ku weke modela çareseriyê li Sûriyeyê xwe bispêrin Rêveberiya Xweser û wiha got: "Digel rewşa bêîstîqrariyê ya li Sûriyeyê ku bandoreke neyênî li jiyana welatiyan di tevahî aliyan de kiriye, em bang li gelê Sûriyeyê dikin ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser pêk bînin. Ji ber ku jiyana azad û rûmet misoger dike û hewl dide ewlehî û îstîqrarê pêk bîne. Ew jî dihêle welat ji aloziyên heyî xelas bike."

Rêveberiya Xweser ji bo rewşa Sûriyeyê ya heyî pêwîstiyek e, ji ber ku dihêle her herêmek li gorî taybetmendiyên xwe yên çandî û civakî kar û barên xwe bi rê ve bibe, rê li pêş siyasetên navendiyê yên ku dibe ku ji tevahî pêkhateyan re ne guncaw bin, bigire. Her wiha îstîqrara siyasî û aborî bi rêya nûnertiya tevahî beşan bi awayekî adilane geş bike.

Vê tecrûbeyê, tevî êrişên bênavber û astengiyên ewlehî û siyasî yên rûbirûyê mane, karî xwe îsbat bikira ku ewlehî, xizmetguzariyên bingehîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peyda kirin.

(fr)

ANHA