Roj bi roj Komploya Navneteweyî

Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, 26 sal li pey xwe hiştin. Di vê demê de gelek rastî û lihevkirinên hêzên hegemon derketin holê.

Roj bi roj Komploya Navneteweyî
7 sibat, 2025   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

 “Bizmarê ewil li Moskovê hate lêdan; min bi her awayî bêbextî hîs kir. Bizmarê duyem li Romayê hate lêdan; lê tevî van lîstikên kapîtalîzmê jî min dest ji rûmetê berneda. Bizmarê sêyem li Atînayê hate lêdan; ez li ber bêbextiyeke nedîtî, felcî bûm! Bizmarê çarem li Naîrobiyê hate lêdan; ez radestî Tirkiyeyê kirim ku doza darvekirina min dikir. Di dawiya komploya çarmixê (çar bizmar) ez li Behra Marmarayê li girtîgeha giravê ya yekkesî ya Îmraliyê bi cih kirim û xwestin ez li vir di çarmixê de li benda mirinê bisekinim. Lewma ez ne mehkûmê Tirkiyeyê, ez mehkûmê Komploya Navneteweyî me..."

Dema tevgera azadiyê ya Kurd dest bi şerê çekdarî kiribû, dewleta Tirk gotibû 6 saet emrê wan heye, lê 47 sal e tevger hebûna xwe didomîne. Rêber Abdullah Ocalan van gotinan di rûpelên dawîn ên pirtûka ‘Komploya Navneteweyî, Parastina Atînayê’ de tîne ziman û balê dikişîne ser komploya ku li hemberî wî hatiye plankirin.

Starta komploya ku Rêber Abdullah Ocalan balê dikişîne ser, di salên 1990’î de hatibû dayîn. Komplo ji aliyê DYA û hinek dewletên endamê NATO’yê ne hat plankirin û gava yekem a komployê îmhakirina Rêber Abdullah Ocalan bû.

Di vê çarçoveyê de di 27’ê Cotmeha 1994’an de serokê DYA’yê Bill Clinton û Hafiz Esad li Şamê hatin gel hev û hevdîtineke ku 4 saetan dewam kir, pêk anî. Di vê hevdîtinê de 3 saetan der barê Abdullah Ocalan de axivîn û Ocalan wek ‘gefa herî mezin’ hat binavkirin û hedefgirtin. Xwestin di 6’ê Gulana 1996’an de li Şamê bi êrişeke bombeyî îmha bikin. Lê bi ser neketin. Li ser vê esasê xwestin Rêber Abdullah Ocalan bê bandor bikin.

Rêber Abdullah Ocalan ji ber zextên dîplomatîk û leşkerî yên DYA’yê yên li hemberî Sûriyeyê neçar ma di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derkeve. Çû kîjan welatî, ji ber zextên DYA’yê neçar ma wî welatî terk bike. Li dijî van hewldanan Rêber Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd li ser esasê demokratîk û aştiyane bê çareserkirin, herî dawî çû Kenyayê, di 15’ê Sibata 1999’an de di dema derketina ji konsolosxaneyê hat revandin û li balafirgeha Naîrobiyê teslîmî tîmeke dewleta Tirk kirin.

Rêber Abdullah Ocalan piştî komployê di pirtûkên xwe de ev mijar bi berfirehî vegot û analîz kir. Di sernavên ‘Operasyona NATO-Gladioyê’, ‘Destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’, ‘Komploya Herî Mezin a Sedsala 21’emîn’, ‘Di Mudaxaleya Rojhilata Navîn de Gava Yekemîn’ ev mijar bi berfirehî nirxand.

Komploya Navneteweyî di sala 26’emîn de ye û rêberê PKK’ê ji roja ku anîne Tirkiyeyê heta niha, li Girtîgeha Îmraliyê di hucreya yekkesî de tê girtin û Rêber Abdullah Ocalan vê hucreyê wek ‘tabût’ pênase dike. Rêber Abdullah Ocalan di şert û mercên tecrîda giran de di pirtûka ‘Komploya Navneteweyî, Parastina Atînayê’ de pêvajoya komployê bi berfirehî vedibêje.

Pêvajoya ku di sala 1994’an de bi hevdîtina Clinton-Esad destpê dike û heta 15’ê Sibata 1999’an dewam dike, wiha ye:

23'yê Sibata 1996'an: Tirkiye û Îsraîl bi peymana hevkariya leşkerî û perwerdeyê gihaştin asta hevkariya stratejîk. Di çarçoveya vê peymanê de bi tevkarî dor li Sûriyeyê hat tengkirin.

9'ê Nîsana 1996'an: Hevdîtina veşartî ya ku li Qesra Spî di navbera serokwezîrê Yewnanistanê Kostas Simitis û serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Bill Clinton de pêk hat, li ser Rêber Abdullah Ocalan bû.

6'ê Gulana 1996'an: Nîşaneya yekemîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, bi êrişa suîqestê ya li Şamê hat dayîn. Li baxçeyê li kêleka mala ku ew lê dima, tonek teqemenî teqiya lê bêyî ku birîndar bibe, ji suîqestê xilas bû. Piştî teqînê bi demeke ji nîv saetî kêmtir, rojnameyên Londonê ragihand ku Rêber Abdullah Ocalan jiyana xwe ji dest daye.

Gulan'a 1997'an: Tûrhan Tayan ê wezîrê parastinê yê hikumeta Necmedîn Erbakan a dewleta Tirk, çû serdana Girên Golanê yên Sûriyeyê yên ji aliyê Îsraîlê ve hatibûn dagirkirin.

16'ê Îlona 1998'an: Fermandarê Hêzên Bejayî yên Tikr orgeneral Atîlla Ateş li ser sînorê Sûriyeyê daxuyanî da û daxwaza dersînorkirin an jî teslîmkirina Rêber Abdullah Ocalan kir. Piştî daxuyaniyên Ateş Komploya Navneteweyş ket meriyetê û ji gelek navendan zor li Sûriyeyê hat kirin.

17'ê Îlona 1998'an: Yekser piştî rêkeftina Simitis-Clinton, gazî serokê PDK'ê Mesûd Barzanî hat kirin ku bê Enqereyê û jê hat xwestin ku ji bo dilsoziya bi Amerîka û Îngilistanê re soz bide. Piştre jî hevdîtin bi serokê YNK'ê Celal Talebanî re hat kirin û ew şandin Washingtonê. Di 17’ê Îlona 1998’an de di navbera PDK-YNK-DYA'yê de Peymana Otonomiya Kurdan li Washingtonê hat îmzekirin. Esasê vê peymanê tesfiyekirina têkoşîna azadiya Kurd û hevkariya di warê Sûriyeyê bû. Lihevkirineke din a di hevdîtinê de jî ew bû ku Iraq li ser esasê federaliyê bê reformekirin.

30'yê Îlona 1998'an: Di civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) a dewlet a Tirk a bi serokatiya serokkomar Suleyman Demîrel de vebijêrkên leşkerî yên ji bo Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin. Demîrel di 1'ê Cotmehê de gefa destwerdana leşkerî li Sûriyeyê xwar.

3'yê Cotmeha 1998'an: NATOyê li Îskenderûnê ya Tirkiyeyê ya li ser sînorê Sûriyeyê, tetbîqateke leşkerî ya berfireh da destpêkirin. 2 hezar û 500 leşker û personelên amerîkî jî beşdarî tetbîqatê bûn. Ev geşedan wek amadekariyên şerê li dijî Sûriyeyê hat şîrovekirin. Bi minasebeta vê tetbîqatê, keştiyên şer ên hêzên deryayî yên Amerîkayê û moşekên pêşketî ji bo sînorê Sûriyeyê ber bi rojhilatê Deryaya Spî ve hatin veguhastin. Di heman demê de Îsraîlê jî hêzên xwe yên leşkerî li Girên Golanê bi cih kirin. Her wiha fermandarê Hêzên Bejayî Atilla Ateş û serokkomar Demîrel ku Sûriye û Rêber Abdullah Ocalan hedef girtin, hatin dayîn.

Piştî van daxuyaniyan ji Hatayê ber bi navçeya Cizîr a Şirnexê ve leşker li ser sînorê Sûriyeyê hatin bicihkirin û li baregehên hewayî yên Amed û Meletiyê jî alarma pirteqalî ya di wesfê ya sor de hat dayîn. Ji aliyê din ve DYA bi Misir û Erebistana Siûdî re ket nava hewldaneke dîplomatîk ji bo zorê bide Sûriyeyê. Bi vî awayî lihevkirina sêalî ya Amerîka-Tirkiye-Îsraîlê gihaşt wê astê ku zorê li Sûriyeyê bike.

DERKETINA JI SÛRIYEYÊ

Beriya 9'ê Cotmeha 1998'an: DYA-NATO-Îsraîl û Tirkiyeyê dorpêça leşkerî, siyasî û dîplomatîk a li ser Sûriyeyê zêde kir. Ev zext di 9’ê Cotmeha 1998’an de gihaşt asta herî jor. Sûriye ji bo berjewendiyên xwe, serî li ber van zextan danî û di mijara PKK’ê de bi wan re li hev kir û derketina ji welêt li Rêber Abdullah Ocalan ferz kir. Rêber Abdullah Ocalan di parastina xwe de vê yekê wiha vedibêje: "Rayedarên Sûriyeyê dixwestin ez ji welêt derkevim û digotin 'nesekine derkeve!'"

9'ê Cotmeha 1998'an: Rêber Abdullah Ocalan bi balafireke rêwiyan a Sûriyeyê ji Balafirgeha Şamê çû Atînayê. Dema ku balafir li Balafirgeha Hellinikon a Atînayê daket, wezîrê berê yê gihandinê yê Yewnanistanê û wekîlê PASOK'ê Kostas Baduvas li holê ne xuya bûn ku bi xwe ew vexwendibû. Li şûna Baduvas, efserê payebilind Savvas Kalenteridis û rayedarên payebilind ên îstixbaratê derketin pêşberî Rêber Abdullah Ocalan. Biryar hat dayîn ku ew ê serlêdana penaberiyê bike, beriya ku daxwaza wî ji dadgehê re bê şandin "demildest Yewnanistanê biterikîne". Rêber Abdullah Ocalan di heman rojê de (9'ê Cotmehê) bi balafireke taybet a ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Yewnanistanê ve hatibû amadekirin, ber bi Moskovê ve çû.

Di 9'ê Cotmeha 1998'an de Rêber Abdullah Ocalan ku çû Rûsyayê, diyar kir ku ji aliyê Numan Uçar û hêzên ewlekariyê yên Rûsyayê ve hatiye pêşwazîkirin û wiha got: "Ez pêşî birim mala serokê Partiya Lîberal Demokrat Jirinowskî û piştre jî birim mala li çiyê ya serokê giştî yê Partiya Lîberal Demokrat Jirinowskî. Min ji bo îltîcaya siyasî serlêdana xwe da efserên li cem xwe."

11'ê Cotmeha 1998'an: Piştî ku Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket, agahiyên îstîxbaratê yên cihên çûyê, radestî Enqereyê hatin kirin. Alîkarê serokwezîrê Tirkiyeyê yê wê demê Mesut Yilmaz di 11'ê Cotmeha 1998'an de li ser mijarê civîneke çapemeniyê li dar xist û got: "Ji îro pê ve em hîn bûn ku Ocalan li Rûsyayê ye." Li ser vê yekê Rêber Abdullah Ocalan li Dûmayê, li avahiya Parlamentoya Rûsyayê daxwaza penaberiya siyasî kir.

4'ê Mijdara 1998'an: Dumayê daxwaza penaberiyê ya Abdullah Ocalan bi 298 dengan qebûl kir. Yekem berteka li hemberî vê biryara Dûmayê ji DYA’yê hat. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê James Rubin di daxuyaniya xwe de got bila tu kes ji Abdullah Ocalan mafê penaberiyê nexwaze.

Serokwezîrê Rûsyayê Primakov ku biryara Dûmayê ya der barê Rêber Abdullah Ocalan de esas negirt, 9 roj muhlet da ku ji Rûsyayê derkeve.

ZEXTÊN LI SER ÎTALYAYÊ

12'ê Mijdara 1998'an: Rêber Abdullah Ocalan ku bi mudaxeleya wekîlê Partiya Komunîst a Jinûveavakirinê ya Îtalyayê (PRC) Ramon Mantovani ji Rûsyayê derbasî Îtalya-Romayê bû, li Balafirgeha Îtalyayê hat girtin û piştî girtinê ji Romayê daxwaza mafê penaberiyê kir.

21'ê Mijdara 1998'an: Wezîra karên derve ya DYA’yê Madeleine Albright bi sekreterê giştî yê wê demê yê NATO’yê Javier Solana re hevdîtinek dirêj kir, ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan li tu welatî neyê qebûlkirin.

24'ê Mijdara 1998'an: Serokê DYA’yê Bill Clinton du caran telefonî serokê Îtalyayê D'Alema kir û got: "Xwe ji xeletiyeke dîrokî dûr bixin!" Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê James Rubin jî got: "Divê Ocalan rojek berî rojekê radestî Tirkiyeyê were kirin."

16'ê Çileya 1999'an: Rêber Abdullah Ocalan ji Îtalyayê derket û hat Moskovê.

ÇARMIX Û AMADEKARIYA TABÛTÊ

17'ê Çileya 1999'an: Karbidestên ewlekariyê yên rûsî ji Rêber Abdullah Ocalan re got hikumet naxwaze ew li vir bimîne û got ev talîmat ji hêla Primakov ve hatiye dayîn.

18'ê Çileya 1999'an: Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê Aleksandr Lebedev, soz da Tirkiyeyê ku "Gava ku Ocalan bê girtin wê were dersînorkirin." Bulent Ecevit jî di heman rojê de bi daxuyaniya xwe ya ji çapemeniyê re ew yek piştrast kir. Rêber Abdullah Ocalan ev pêvajo wek “amadekirina çarmix û tabûtê" nirxand.

20'ê Çileya 1999'an: Rêber Abdullah Ocalan li Bîşkek a paytexta Tacîkistanê birin maleke li gundekî. Rêber Ocalan ji bo vê wiha dibêje:“Ev revandina bi zorê bû. Ez 8 rojan li vir di bin tecrîdê de mam."

28'ê Çileya 1999'an: Rêber Abdullah Ocalan bi balafirekê birin Moskovê û li wir ji aliyê yekîneyên taybet ên Rûsyayê ve hat tehdîtkirin û hat xwestin ku wî bişînin Şamê. Lê belê ev pêşniyaz red kir. Ji ber ku rewş xeternak bû, Rêber Abdullah Ocalan ji admîral Naksakis re ragihand ku ewlehiya wî ya jiyanê di xetereyê de ye.

29'ê Çileya 1999'an: Rêber Abdullah Ocalan, bi balafira taybet a ku generalê teqawît Naksakis anîbû, cara duyemîn rasterast daket Atînayê, ji ber ku ji pêşniyazên rayedarên Rûs guman lê peyda kiribûn, neçû Bukreşê.

30'yê Çileya 1999'an: Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Teodoros Pangalos got: "Hûn bi xêr hatin welatê me. Em dixwazin bi we re hevdîtinê bikin. Xebatên qanûnî yên pêwîst dê bên kirin. Dê nêzîkatiyeke cuda nebe. Di vî warî de em dixwazin rewşa we bi awayekî şênber nîqaş bikin." Rêber Abdullah Ocalan ku hevdîtin qebûl kir, li şûna Pangalos dîsa rastî Stavrakakis û Kalenterîdîs hat.

LI DAVOSÊ AMADEKARIYA PETROLÊ

30'yê Çileya 1999'an: Di civîna Foruma Aborî ya Cîhanê de ku li Davosê hat lidarxistin, rewşa Rêber Abdullah Ocalan di navbera serokwezîrê Rûsyayê Primakov û şîrketên petrolê yên Amerîkî de hat ser maseya dan û standinê. Di rojnameya aboriyê ya Rûsyayê Kommersantê de, nûçeyek bi sernavê "Bazarkirina petrolê li dijî Apo" hat serwîskirin û hat gotin bi vê peymanê re petrola Qazaxistanê dê derbasî Rûsyayê bibe û petrola Azerbaycanê dê bi rêya Tirkiyeyê were belavkirin.

31'ê Çileyê: Bi însiyatîfa Yewnanistanê û balafira amadekirî li balafirgeha Mînskê daket. Roja ku Rêber Abdullah Ocalan daket Balafirgeha Mînskê, bi biryareke veşartî ya li Swîsreyê hat dayîn, hemû balafirgehên navneteweyî yên Ewropayê bi biryareke hevpar destûra daketina balafira ku ew tê de bû, red kir.

1'ê Sibata 1999'an: Pangalos bang li balyozê DYA'yê yê Atînayê Nicholas Burns kir û jê re got Rêber Abdullah Ocalan ê li Girava Korfuyê di bin tecrîdê de tê ragirtin, li Yewnanistanê ye. Pişt re ji Rêber Abdullah Ocalan re temînat hat dayîn ku ew ê biçe Afrîkaya Başûr.

2'yê Sibata 1999'an: Rêber Abdullah Ocalan di 2'yê Sibatê saet 05.30'an de li şûna Afrîkaya Başûr, bi balafireke taybet ji Balafirgeha Korfuyê bi rê ket. Balyozê Amerîkayê yê Atînayê Nicholas Burns ji Simitis û Pangalos xwestin ku wî bibin Kenyayê. Ev balafira veşartî ya ku tê gotin ji Swîsreyê hatiye û bi îhtimaleke mezin ji aliyê Gladiyoya NATO’yê yan jî CIA'yê ve hatiye amadekirin, roja 2'yê Sibata 1999'an saet di 11:00 de li Balafirgeha Naîrobiyê daket. Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê balyozê Kenyayê Kostoulas ve hat pêşwazîkirin. Her wiha derbasbna wî ya di gumrikê re jî ji aliyê balyoz ve hat kirin.

HEVDÎTINA CIA Û MÎT'Ê

4'ê Sibata 1999'an: Êvarê, sîxurekî CIA'yê ji musteşarê MÎT'ê yê Tirkiyeyê Şenkal Atasagun re li ser mijarekê daxwaza hevdîtinê kir. 3 amerîkî, şefê îstasyona CIA'yê û 2 pisporên têkoşîna li dijî terorê çûn mala Atasagun û bi fermana serokê DYA’yê Clinton ji bo girtina Rêber Abdullah Ocalan piştgirî û operasyoneke hevbeş pêşkêşî rayedarên Tirk kirin. Tirkiyeyê jî ev pêşniyaz qebûl kir. Di heman demê de serokwezîrê Tirkiyêey Bulent Ecevît piştî revandina wî, di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevan Sedat Ergîn de got: “Di 4’ê Sibatê de xebera ku hûn dikarin Ocalan ji Afrîkayê bigirin, gihaşt me. Ji ber vê yekê ev mekanîzma hat aktîfkirin." Li ser vê yekê serokkomar Suleyman Demirel jî nîvê şevê li Qesra Çankayayê civîneke mezin li dar xist.

GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ JI NÛ VE HAT AVAKIRIN

Di heman rojê de Girtîgeha Îmraliyê ya nîvvekirî hat valakirin û radestî Serfermandariya Giştî ya Tirk hat kirin. Derdora giravê wekî herêma leşkerî hat îlankirin û di bin navê nûjenkirinê de Girtîgeha Îmraliyê ya ku dê tenê kesek bimîne, ji nû ve hat avakirin.

4-15'ê Sibata 1999'an: Rêber Abdullah Ocalan ji bo ku ji mala Kostoulas a li Kenyayê derkeve rastî zextan hat. Ji bo wî pasaportek nehat çêkirin û çendî jê re gotibûn dê di 12'ê Sibatê de ji vir biçe jî, ev yek pêk nehat. Jixwe wî ev yek wek "ewarekirinê" nirxandibû.

BALAFIRA TIRKAN LI ÛGANDAYÊ DANÎ

8'ê Sibata 1999'an: Balyoz Kostoulas, cîgirê xwe Yorgos Diakofotakis, li ser daxwaza Kathourima, sekreterê giştî yê Midûriyeta Karên Derve ya Kenyayê şand. Midûrê Emniyeta Tirk Necatî Bîlîcan di daxuyaniya xwe ya ji bo Kovara Der Spîegelê de diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan gav bi gav tê şopandin û got: "Em ê wî bigirin."

10'ê Sibata 1999'an: Balafira Tirk ku ji Stenbolê rabû, li Balafirgeha Entabbeyê ya Ûgandayê saet di 16:00 de danî. Derket holê ku ev balafira ku ji aliyê Frans Dassault ve hatiye çêkirin a karsazê Tirk Cavît Çaglar e. Ekîba ku ji 9 kesan pêkhatî çû Kampala paytexta Ûgandayayê ku cîranê Kenyayê ye û 5 rojan li Entebbe Lake Victoria Otelê bi cih bû û li benda xebera Kenyayê sekinî.

Di heman rojê de (10.02.1999) balyoz Kostoulas û karsaz Yorgos Panos hatin avahiya Sefaretxaneya Kenyayê û di bin navê plana Seyşellerê de hewl dan ku Rêber Abdullah Ocalan careke din ji sefaretxaneyê derkeve. Di sibeha 13'ê Sibata 1999'an de dema ku Rêber Abdullah Ocalan bi israr nexwest ji sefaretxaneyê derkeve, hewl hat dayîn ku bi darê zorê bê derxistin.

15'ê Sibata 1999'an: Dema ku Kenyayê di 15'ê Sibatê de xwest Rêber Ocalan dersînor bike, bi şertê ku biçe Hollandayê ji avahiyê derket. Di êvara 15’ê Sibatê de bi operasyoneke hevpar a rêxistinên îstîxbarata navneteweyî Rêber Abdullah Ocalan ji Balafirgeha Naîrobiyê bi awayekî korsan hat revandin. Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît di 16'ê Sibatê de derket pêşberî kamerayan û ragihand ku Rêber Abdullah Ocalan anîne Tirkiyeyê.