Ji ber hişksaliyê xwediyên pez rûbirûyî astengiyên mezin in

Li beramber hişksaliyê, Nivîsgeha Sewalvaniyê ya kantona Reqayê li ser birêxistinkirina karê bayterî û piştgiriya xwediyên pez xebatên xwe didomîne.

7 sibat, 2025   06:10
REQA

Beşa sewalvaniyê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet digel rewşên nebûna baranê û hişksaliya li herêmê bi giştî rûbirûyî astengiyên meizn e. Nivîsgeha Sewalvaniyê ya Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Reqayê bi rêya komeke însiyatîf, xizmetguzarî û pêşkêşkirina madeya kepek (nexalê) bi bihayekî guncaw, hewl dide pişgtiriya xwediyên pez bike.

Li gorî xwediyên pez ên li Reqayê, di sê mehên dawîn de bihaya pez li sûkan bi rêjeya ji sedî 40 daketiye.

Xwediyên pez diyar kir sedema daketina bihayê pez û lawaziya tevgera kirîn û firotinê ji ber nebarîna baranê ye, rûberên çêregehan kêm bûye û êm jî biha bûye. Bihayê tonek ceh, genim û kepek gihîştiye zêdetirî 300 dolar, lê berê 150 dolar bû. her wiha kîloya kayê jî bû hezar û 150 lîreya Sûriyeyê, lê berê bi 800 lîre bû.

Nivîsgeha Sewalaniyê li ser birêxistinkirina karê xwediyên pez dixebite, ruxsetan dide klînîkên bayterî, depoyên dermanên bayterî, komeleyên pez, kargehên mirîşkan (mirîşk û hêk), her wiha piştgiriyê dide xwediyên di hawizan de tîmar dike û mazotê didin wan.

Li kêlek wê jî nivîsgeh her kîloyek kepek bi bihayekî guncaw anku her kîloyekê bi 2 hezar û 500 lîreya Sûriyeyê dide xwediyên pez, lê tonê kepek li sûkan bi 300 dolarî ye.

Kepek bi rêya komîteyên girêdayî Yekitiya Cotkaran ku li gel wan hejmara pez hatiye qeydkirin tê belavkirin. Hejmara komeleyên pez ên li kantonê 230 komele ye.

Nuqteyeke bayterî û laboratuwereke bayterî yên girêdayî nivîsgehê hene, li nexweşiyên pez dinêrin û dermanên didinê. Li nuqteya bayterî gelek alavên nûjen ên keşfkirina nexweşiyan hene.

li gorî detayên ên 2022ˋyan de, li kantona Reqayê 2 milyon û 400 hezar mih, 7 hezar çêlek, 16 hezar hêştir, 400 hespên resen (esîl), 150 bizinên şamî. Lê ev deta li gorî mewsimên baranên kêm zêde dibe.

Hevserokê nivîsgehê Mistefa Elî diyar kir ku wan zêdetirî 50 carî li depo û dermanxaneyan gerên xwe kirine û 700 qutiyên dermanên demborî telef kirine.

(fr)

ANHA