Ji ta keziyên kesk, sor û zer çêdike

Sîham Silêman ku ji tayên kesk, sor û zer kefiyên mîna keziyan û bazinan dihûne, diyar dike ku ev huner nasnameya wê ye û bûye parçeyekî jiyana wê.

Ji ta keziyên kesk, sor û zer çêdike
Ji ta keziyên kesk, sor û zer çêdike
Ji ta keziyên kesk, sor û zer çêdike
Ji ta keziyên kesk, sor û zer çêdike
Ji ta keziyên kesk, sor û zer çêdike
Ji ta keziyên kesk, sor û zer çêdike
Ji ta keziyên kesk, sor û zer çêdike
9 tebax, 2026   04:48
QAMIŞLO

Dayika şehîd Enes, Sîham Silêman a ji bajarê Qamişloyê ji tayên rengên kesk, sor û zer kefiyên mîna keziyan û bazinên dihûne. Sîham bi vê karî peyama baweriya bi nasnameyê û girêdana bi xakê ve dide nîşandan. 

Sîhamê beriya 3 salan dest bi çêkirina van kefî û bazinan kiriye. Berhemên destên xwe di bone û bîranînan de diyarî malbatên şehîdan dike.

Sîhamê bi demê re karê xwe bi pêş xist û êdî morîkên rengîn, morî û minciq jî li bazin û gardenî, cilên kurdî, şohî, kefî û kemberan zêde kirine.

Sîhamê der barê vê hunerê de got: “Ji ber hezkirina min a foklorê re min dest bi vî karê kiriye. Di heman demê de ev kar beşeke debara malbata min bi cih tîne. Tevî nexweşiya min ez bi hemû hêza xwe vî karî didomînim. Divê rengên me zindî bimînin û li her cihî bên dîtin. Ev beşeke ji pîrozbahiyên me bi taybet di cejna Newrozê ye.”

Sîham a yekemîn e ku beşdarî mîhrîcan, çalakî û civînan dibe û ya dawîn e ku ji van çalakiyan derdikeve. Her tim jî bi cihên xwe yên kurdî beşdar dibe û li di rêza pêşîn a çalakiyan de cih digire. Di şahiyan de mil bi mil bi hevalên xwe yên jin re govendê digerîne. Kefiyên ku mîna keziyan çêdike, li serî û bedena xwe digerîne û stranên kurdî dibêje.

Sîham Silêman anî ziman ku dayik berhemên wê bi dor serê xwe girê didin û di bin sîwana van rengan de bi hezaran keç û xortên vî gelî şehîd bûne.

Ji bo Sîhamê pîşeya wê ji jêdereke debarê wêdetir e û bûye helwesteke jiyanê. Sîhamê wiha li axaftina xwe zêde kir: “Min teslîmiyet red kir û berpirsyarî rakir ser milê xwe, li şûna ku ez bê kar bimînim, ez dixwazim kar bikim û zarokên xwe fêr bikim.”

Sîham ku rojane vî karî dike û wekî beşeke ji jiyana xwe dibîne, ji bo çêkirina bazinên qalind 15 tayan bi kar tîne, ji bo yên zirav jî 10 tayan bi kar tîne.

Li her çalakiyekê berhemên Sîham Silêman tên dîtin, ew berhemên xwe bi xwe re dibe û li wir jî dide pêşandan. Buhayê berhemê wê di navbera 5-75 hezar lîreyên Sûriyeyê de ye.

Sîham Silêman li gel vî karî, di 6 fîlmên li ser çîrokên jinên li Til Eran, Şengal û Cezayê de rola pêşeng lîstiye. Di klîba “Vê Carê Rast e” de jî cih girtiye.

(sb)

ANHA