Di topbarana dagirkeran li ser Minbicê de 7 kes birîndar bûn

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Ewn Dadat ê bakurê Minbicê de 7 kes birîndar bûn.

Di topbarana dagirkeran li ser Minbicê de 7 kes birîndar bûn
21 mijdar, 2023   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanên me ragihandin ku duh artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Ewn Dadat ê bakurê bajarê Minbicê bi çekên giran topbaran kiriye, di encamê de ji sivîlan şehîd û birîndar çêbûne.

Li gorî agahiyên dawîn, di encama topbaranê de 7 kes birîndar bûne û bo Nexweşxaneya Dar Eş-Şîfaa ya li bajêr hatine veguhastin.

Navên birîndaran wiha ne: Fatima El Îbrahîm, Îmad El Ubêd, Ebdullah Şêx Hesen, Hisên El Ehmed, Mihemed Zekeriya El Mewas, Hesen El Hecî û Ehmed El Fewaz.

Ji bilî Fatima El Îbrahîm, hemû birîndaran piştî ku rewşa wan baş bû ji nexweşxaneyê hatin derxistin. Tê payîn ku Fatima jî di çend saetên pêşîn de ji nexweşxaneyê derkeve.

(c)

ANHA