Ji şêxên eşîra El Igêdat Necm Ebdullah El Necr hate kuştin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku duh bi êvarê li ser rêya Dernicê ya li rojhilatê Dêrazorê ji şêxên eşîra El Igêdat Necm Ebdullah El Necr û kesê bi navê Ednan El Elawî hatine kuştin.

Ji şêxên eşîra El Igêdat Necm Ebdullah El Necr hate kuştin
24 hezîran, 2025   15:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êvara 23’yê Hezîranê, şêx Necm Ebdullah El Necris ku yek ji navdar û şêxên eşîra El Igêdat bû û Ednan El Elawî li ser rêya sereke ya bajarokê Dernicê yê li rojhilatê Dêrazorê ji aliyê kesên nenas ve hatine gulebarankirin û birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniyê, tîmên tenduristiyê hewl daye birîndaran rakin nexweşxaneya taybet a El Teyana, lê beriya ku bigihêjin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyêde hate gotin: “Ev dîmen hovîtiya terorîzmê û armanckirina wê ya sembolên aştiya sivîl û navdarên ku ji bo xurtkirina hevgirtina civakê li hember planên tarî dixebitin, nîşan dide.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn tekez dikin ku em ê şopandina van şaneyên sûc û yên li pişt wan bidomînin û xurtkirina tedbîrên ewlehiyê û operasyon û dewriyeyan ji bo parastina gelê xwe û girtina kesên li pişt van êrişan, bikin û wan radestî edaletê bikin. Her wiha em bang li gelê xwe yê li hemû herêmên me dikin ku bi tevahî bi hêzên me re hevkariyê bikin û her tevgereke gumanbar ji bo ewlekarî û aramiya herêmê ragihînin.”