Rêxistinên jinan: Êrişên li ser dêran xencereke di dilê hemû sûriyeyiyan de ye

Rêxistinên jinan li Qamişloyê piştgiriya xwe ji bo malbatên qurbaniyên êrişa li ser Dêra Mar Elya anîn ziman û diyar kir "Ev êriş ne tenê li dijî xiristiyanan e, ew xencereke di dilê hemû sûriyeyiyên azad de ye.”

Rêxistinên jinan: Êrişên li ser dêran xencereke di dilê hemû sûriyeyiyan de ye
24 hezîran, 2025   15:21
QAMIŞLO

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, Weqfa Jinên Azad a Sûriyeyê, Konga Star, Komeleya Stêrk û rêxistinên din ên jinan îro têkildarî êrişa li ser Dêra Mar Elyas a li taxa Diwêla ya Şamê daxuyaniyek hevbeş da.

Daxuyanî li ber Navenda Weqfa Jinan a li taxa Hilaliyê ya Qamişloyê ji aliyê rêvebera Rêxistina Sara Arzo Temo ve hate xwendin.

Rêxistinên jinan di daxuyaniyê de xemgîniya xwe ji bo qurbaniyên êrişê an ziman û ji malbatan re sersaxî û ji birîndaran jî şifa xwest. Her wiha piştgiriya xwe bo malbatên qurbaniyan anîn ziman.

Di daxuyaniyê ev "êrişa terorîstî" ya ku li dijî kombûnên sivîl ên ewle hatiye kirin, hate şermezar kirin.

Her wiha hate gotin: "Terorîzm ferqê naxe navbera zarok an mezinan, misilman an xiristiyanan. Berevajî vê, ew dijminê hemû mirovahiyê ye û hemû kesên ku li pişt wan an jî piştgiriyê didin wan, şirîkên vî sûcê hovane ne.”

Rêxistinên jinan bang li rayedarên têkildar kir ku tavilê lêpirsîneke berfireh vekin û tewnkarên êrişî eşkere bikin û darizînin. Her wiha xwest ku piştgiriyê bidin qurbaniyan û malbatên wan.

Di daxuyaniyê de her wiha bang li desthilata şamê kir ku ji bo parstina welatiyan tedbîrên pêwîst bigirin, bi taybet li cihên giştî û kombûnên olî.

(k)