Di şerê Îsraîl û Îranê de 638 kes hatin kuştin, bi hezaran birîndar bûn

Li gorî daneyên fermî yên ku ji hêla wezaretên tenduristiyê yên îran û Îsraîlê ve hatine dayin, di şerê di navbera her du welatan de ji 13`êê Hezîranê 638 kes hatine kuştin û bi hezaran birîndar bûne.

Di şerê Îsraîl û Îranê de 638 kes hatin kuştin, bi hezaran birîndar bûn
24 hezîran, 2025   16:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand di encama êrişên asmanî yên Îsraîlê 610 hatine kuştin û zêdetirî 4700 birîndar bûne. 

Wezaretê da zanîn ku di nav kuştiyan de 13 zarok, ku ya herî biçûk pitikek du mehî bû û 5 karmendên bijîşkî jî hene.

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê jî ragihand ku ji destpêka Operasyona li dijî Îranê di 13`ê vê Hezîranê ve, 28 kes, di nav de çar Filistînî hatine kuştin û 3 hezar û 238 kesên din jî birîndar bûne.

Wezaretê destnîşan kir ku birînên piraniya birîndaran sivik bûn û ji ber panîkê an ji ber qezayên di dema ketina stargehan de çêbûne.