Ji serdema Baasê heta El Nusra: Bûyerên li Til Eranê êşên Kurdan nû kir

Bûyerên dawî yên li Til Eranê, di nav de serdegirtin û girtin û êrişên li ser jinên Kurd, binpêkirinên ku ji dema rejîma Baasê ve û komkujiya Cebhet El Nusra ya Tîrmeha 2013`an tîne bîra Kurdan.

Ji serdema Baasê heta El Nusra: Bûyerên li Til Eranê êşên Kurdan nû kir
1 tîrmeh, 2026   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên herêmî, hêzên ewlehiyê yên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li Til Eranê serdegirtinên berfireh pêk anîn, ku zêdetirî 200 wesayît tê de beşdar bûn. Di nav wan de motorsîkletên ku bi çek jî hebûn. Çemberek ewlehiyê hate danîn û rêyên ketin û derketinên bajêr hatin girtin. Di heman demê de, ciwanên Kurd hatin revandin.

Di dema serdegirtinan de gelek jinên Kurd rastî êrişê hatin, di encamê de Nezha Hemkî birîndar bû.

Til Eran, ku li başûrê rojhilatê Helebê ye, digel Til Hasilê, yek ji kevintirîn wargehên Kurdan li herêmê ye. Berî krîza Sûriyeyê, bi deh hezaran Kurd û her weha komên din ên etnîkî, lê dijiyan. Di dehsalên desthilatdariya Baasê de, şêniyên van her du bajaran, mîna yên li deverên din ên Kurdan, rastî dûrxistin û paşguhkirinê û zextên li ser nasname û çanda Kurdî hatin.

Lê bûyera herî xwînî di dîroka bajarokan de di dawiya Tîrmeha 2013an de  qewimî, dema ku Cebhet El Nusra (Heyet Tehrîr El Şam) piştî pevçûnên bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re êrişeke berfireh li ser Til Eran û Til Hasilê da destpêkirin.

Li gorî çavdêriya ajansa me, di êrişn de nêzîkî 50 sivîlên Kurd şehîd bûn, di nav de jin, zarok û kal û pîr hebûn, ji bilî revandina bi dehan sivîlan. Bi hezaran şênî neçar man ku ji malên xwe birevin.

Ajansa me her wiha talankirin û şewitandina mal û milkan û windabûna gelek sivîlan belge kir.

Bandorên van bûyeran di bîrdanka şêniyên herêmê de mane, ku gelek ji wan heta piştî salan jî nekarîne vegerin jiyana xwe ya asayî.

Çavdêr diyar dikin ku serdegirtin û êrişên dawî yên li ser jinên Kurd hestên tirsê di nav şêniyên her du bajarokan de nû kiriye. çavdêran diyar kir ku her binpêkirinên nû yên li dijî sivîlan dê dabeşbûnên civakî kûrtir bike û rewşa li bakurê Sûriyeyê bêtir aloz bike.

(k)

ANHA