Desteserkirina milkên sivîlan li Efrîn û gundewarê wê berdewam dike

Desteserkirina milkên sivîlan û ferzkirina xeracn li Efrîn û gundewarê wê berdewam dike. Şênî  "Komîteya Aborî" ya girêdayî komên girêdayî Tirkiyeyê û di bin sîwana Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de dixebire, tewanbar dikin.

Desteserkirina milkên sivîlan li Efrîn û gundewarê wê berdewam dike
1 tîrmeh, 2026   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn "Komîteya Aborî", ku endamên komên girêdayî Tirkiyeyê bi rêve dibin û di bin siya Wezareta Parastinê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de dixebitin, erd, mal û dikanên welatiyên Kurd, bi taybetî yên ku koçber bûne an jî bi zorê hatine koçberkirin, desteser dikin. 

Rêxistinê diyar kir ku ev kom, bi gefxwarina çekdarî ji şêniyan û kesên vegeriyayî, di berdêla vegerandina malên wan an ku mal û milkên wan neyên xerabkirin, pereyên ji hezar heta 10 hezar dolarî distînin. Her wiha carinan heta ji sedî 50ê nirxa berhemê dixwazin.

Gelek şêniyên ku vê dawiyê vegeriyane diyar kirin ku rayedarên ewlehî û dadweriyê yên hikûmeta demkî heta niha nekarîne van pêkanînan sînordar bikin an jî berpirsiyaran hesab bipirsin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn, berdewamiya van binpêkirinan hiştiye bi sedan malbat venegrin malên xwe, ji ber tirsên têkildarî nebûna xanîyên ewle û binpêkirinên komên çekdar.

(k)

ANHA