Berfirehbûna Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê û zextên li ser Trump rojeva medyayê bû

Medyaya Erebî nivîsî ku Îsraîl hewl dide hevkêşeyên ewlehiyê yên nû ferz bike û rêveberiya Dewletên Yekbûyî der brê karûbarên Rojhilata Navîn de ketiye bin zextên zêde.

Berfirehbûna Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê û zextên li ser Trump rojeva medyayê bû
1 tîrmeh, 2026   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên îroyîn li ser berfirehkirina stratejiya ewlehiyê ya Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê, pirsgirêkên siyasî û yasayî yên ku Serokê Dewletên Yekbûyî Donald Trump pê re rû bi rû ye nivîsîn.

JI XEZEYÊ HETA BAŞÛRÊ SÛRIYEYÊ: ÎSRAÎL STRATEJIYA HERÊMA TAMPONÊ BERFIREH DIKE

Rojnameya El Ereb a li Londonê li ser dagirkirina nû ya Îsraîlê ya li bajarokê Abdînê li gundewarê rojavayê Derayê nivîsî û diyar kir ku kiryarên Îsraîlê guhertinek di hevsengiya ewlehiyê ya Tel Avîvê de nîşan didin, ku li ser bingeha avakirina herêmên tamponê di nav axa welatên cîran de, hatiye damezrandin.

Rojnameyê diyar kir ku ev siyaset ji Şerîda Xezeyê heta başûrê Lubnanê û niha jî heta başûrê Sûriyeyê dirêj bûye, bi armanca dûrxistina gefan ji sînorên Îsraîlê.

Rojnameyê nivîsî ku hebûna leşkerî ya Îsraîlê ya berdewam li deverên sînorî yên Sûriyeyê nîşan dide ku pevçûnên dubare bi şêniyên herêmî re hene û hişyarî da ku herêmên tampon dikarin bi demê re bibin navendên paşketina leşkerî û ewlehiyê û her weha her rêkeftinên siyasî yên pêşerojê bêtir tevlihev bikin.

GELO LI HERÊMÊ ARAMÎ HEYE?

Rojnameya El Bayan pirsî ka gelo li herêmê bi rastî aramiyê heye û destnîşan kir ku peymanên agirbestê û têgihîştinên ragihandî rê li ber berdewamiya operasyonên leşkerî li Xezayê, başûrê Lubnanê û Sûriyeyê, negirtine.

Rojnameyê diyar kir ku pevçûnên berdewam pirsên cidî li ser bidestxistina aramiya mayînde li herêmê derdixin holê.

GELO TRUMP DÊ LI HEMBER BAHOZÊ BISEKINE?

 Rojnameya El Xelîc destnîşan kir ku Serok Donald Trump piştî paşketinên qanûnî, ên wekî redkirina Dadgeha Bilind a hewldanên wî yên ji bo ji kar dûrxistina endamekî Lijneya Rezervên Federal, pejirandina biryara dadgehê ya li dijî wî û derxistina biryarnameyek ji aliyê Kongreyê ve ku desthilatên wî yên bikaranîna hêza leşkerî li dijî Îranê sînordar dike, bi zextek zêde re rû bi rû ye.

Rojnameyê ev pêşketin wekî kêmbûna bandora wî ya siyasî û dabeşbûna di nav Partiya Komarî de nirixand.

(k)