Ji sedî 70`ê xwecihên Xezayê koçber bûne

Di ser êrişa Îsraîlê ya li dijî Xezayê re mehek derbas bûye. Hêjmara Filistîniyên ji ber êrîşên mehekê hatine kuştin 10 hezar derbas kir. Hate aşkerakirin ku ji sedî 70’ê kesên ku li Zivala Xezayê dijîn ji warên xwe koçber bûne.

Ji sedî 70`ê xwecihên Xezayê koçber bûne
7 mijdar, 2023   13:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê ku 7’ê Cotmehê dest pê kirin, mehek li pey xwe hişt. Di êrîşên mehekê de 4 hezar û 104 zarok, 2 hezar û 641 jin jî di nav de, 10 hezar û 22 Filistinî hatine kuştin, herî kêm 25 hezar kes birîndar bûne. 

Li gor nûçeya ajansa fermî a Filsitînê (WEFA), balafirên Îsraîlê mala malbata El-Hamayde ya li kampa koçberan a Şabbura ya li bajarê Rafah kir hedef, di encamê de yek jê jin 5 kes hat qetilkirin. Li Bakûrê Zivala Xezayê jî di encama bombebarana Îsraîlê de kesek hat kuştin, gelek kes jî birîndar bûn.

Balafirên şer derdora nexweşxaneya Quds ya li herêma Tel-El-Heva ya Zivala Xeza, kampa koçberan a Şati û el-Megazî, taxa Zeyton û herêma Beyt Hanun û gelek cihên din bombebaran kir. Hate diyarkirin ku di encama bombebaranê de gelek kes hatine kuştin û birindar bûne.

Li aliyekî din serokê Ofîsa ragihandina hikumetê ya li Xeza Selame Maruf destnîşan kir ku ji sedî 70’ê niştecihên Xezayê ji cihê xwe koçber bûne. Sekame Meruf ku di daxuyaniya çapemeniyê de da zanîn ku nêzî ji sedî 2’ê gel di şêweyî mirin û birindarbûnê de rastî êrîşên Îsraîlê hatine.